ManşêtNûçe

Rûspiyên êlên herêma Cizîrê: Em piştgiriya QSD`ê dikin

PIştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê dest pê kir, gelek aliyên dijber hewl dan fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derxin.

Li hember vê hewldanê, bi dehan rûspiyên êlên ereb û kurd û pêkhateyên cuda li gundê Silêmaniyê yê bakurê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek da.

Rûspiyê êla El Tay şêx Hesen Ferhan El Taî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel geşedanên li Siwêda, Dera û herêmên din ên Sûriyeyê, saziyên rejîma Sûriyeyê û çeteyên wê bi koordîneya milîsên Îranê û çeteyên Tirkiyeyê hewl didin ku bi rêya dezgehên çapemeniyê fitneyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxin. Ji bo wê jî, bûyerên li Dêrazorê weka ku fitneyeke kurdî-erebî ye nîşan didin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em rûspiyên ereb û kurd, nûnerên tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê, destnîşan dikin ku QSD, hêzên êlan in û piraniya endamên wê ciwanên êlên ereb bi taybet êlên Dêrazorê ne. Em rûspiyên El Cibûr, Begara, Tay, Igêdat, Şerabîn, Şemer, Miamre, Xewatne, Neîm, Sade El Eşraf, Idwan, Hereb, Welade, Mişahde û Cihêş, nûnerên tevahî pêkhateyên kurd, êzidî, suran û asûr bang li rûspiyên Dêrazorê dikin ku baldar bin û bi planên li dijî ewlehiya herêmê neyên xapandin.”

Her wiha di daxuyaniyê de êlan ragihand ku ew piştgiriya êlên Dêrazorê û daxwazên wan ên mafdar dikin ku jiyaneke birûmet û ewle ji wan re peyda dikin, xwîna şehîdan û fedakariyên ciwanan diparêzin. Êlan careke din bang kir ku wateya êl û qebîle, resenî û aqilmandî ye û divê li ser parastina ewlehiyê û têkbirina planên li dijî Rêveberiya Xweser û vîna gelê herêmê, bibin nimune.

Di daxuyaniyan de êlan teqezî bi van xalên nîştimanî yên li jêr kir:

Xwedîderketina êlan û pêkhateyên herêmê li ciwanên xwe yên di QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de.

Xurtkirina rola Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna tevahî daxwazên gel.

Xurtkirina hevbeşiya demokratîk li gorî nêrîna nîştimanî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê.

Girîngiyê bidin rola nîştimanî ya êlan di sepandina ewlehiyê li herêmê de li ser bingeha urf û adetên resen.

 

Back to top button