ManşêtNûçe

Rêveberiya Dêrazorê: Aliyên derve texrîbatê dikin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî rewşa Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemewxtî operasyonên hêzên me yên ji bo xurtkirina ewlehiya herêmê, gelek îdia tên belavkirin. Komên ji derve derbasî herêmê hatine kirin li cihên giştî yên li herêmê mîna stasyona avê ya Zîban, navendên xizmetê, bajarokan texrîbat kirin. Cureyên çekên hatine bikaranîn û cihên lê hatine çêkirin, hevkariya aliyên derve di vê tevlîheviyê de îsabat dikin. Di serî de jî rejîma Îranê ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî û ji bo derxistina tevlîheviyê hin kom derbasî kirin.

Em bang li gelê xwe dikin ku mal û milkên giştî biparêzên. Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên ku bi erkên nîştimanî radibin. Heman demê em bang li Koalîsyona Navneteweyî jî dikin ku li hember bûyerên heyî bi erkên xwe rabe.”

Back to top button