ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Dewleta Tirk berê çeteyan ber bi herêma Qendîlê ve dibe

Tifaqa nijadparest a AKP-MHP’ê bi armanca dagirkirina temamiya axa Kurdistanê ketiye nav liv û tevgereke qirêj. Tifaqa ku bi alîkariya komên çete yên DAIŞ, El Qaîde, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê; Efrîn, Ezaz, Cerablus û Bab dagir kirin, niha jî çav berdaye herêma başûrê Kurdistanê. Li gorî hin agahiyan, hat zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê niha jî dixwaze komên çete di êrîşa li ser Qendîlê de bi kar bîne.

dewleta tirk ji bo encamgirtina hewldana dagirkirina herêma Qendîlê, pera dide çeteyan ku tev li êrîşê bibin. Hêjayî gotinê ye ku ji bo tevlêkirina komên çeteyan di êrîşa dagirkirina Efrînê de, serokê AKP’ê Receb Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP’ê 11 milyar dolar pere xerc kiribûn. Ev yek bi îtîrafên endamekî MÎT’ê û fermandarekî leşkerî yê TSK’ê hatibû teşhîrkirin.

Weke hatiye eşkerekirin ku Tevlêbûna operasyonê li ser hemû komên çete hatiye ferzkirin. Yên bi dilxwazî tev li operasyonê dibin jî dê bêhtir pereyan bistînin.

Çavkaniyek ê  diyar kir ku ji bo ku hejmara çeteyan bigihîje 5 hezar û 500’an, dê mûçeyên çeteyan bên zêdekirin. Çavkaniyan ragihand ku her endamekî çeteyan dê di mehê de 800 dolar mûçe werbigire. Lê yên ku di eniya pêş a şer de cih digirin dê bêhtir pereyan werbigirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi armanca dagirkirina temamiya rojava û başûrê Kurdistanê bi hemû komên çete yên li Sûriyeyê re di nav têkiliyên qirêj de ye.

Back to top button