ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ûca: Di hilbijartinan de dê hesabê dagirkeriyê were pirsîn

Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca rewşa hilbijartinên li Tirkiyeyê ku 24 Hezîranê were kirin û  armanca dewleta Tirk di rojevkirina mijara Qendîl û Pirsûsê çi ye nirxand û diyar kir ku komkujiya li Pirsûsê beriya hilbijartinan yek ji provokasyonên AKP’ê ye da çavê gel bitirsînin û got :”ku dewleta tirk ji bo ku dengê nîjadperestan hilde bi tehdît û operasyonên li ser Qendîlê dixwaze dengên AKP’ê zêde bike”.

Feleknas Ûca, bal kişand ser xebatên hilbijartina ku di nav rewşa awarte de didin meşandin de û wiha got: “Hilbijartinên li Tirkiyeyê ne tenê ji bo serokkomariyê her wiha ji bo derxistina parlamenteran e jî. Namzetê serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş e, lê belê niha li girtîgehê rehîn hatiya girtin û xebatên xwe yên hilbijartinê di nav çar dîwaran de dimeşîne. Her wiha bi van hilbijartinan re êrîşên li ser HDP’ê jî zedêtir bûn.  Wekî ku tê zanîn piştî ku destnedayîna parlamenterên HDP’ê hate rakirin parlamenteriya 11 parlamenterên me hate sekinandin, 9 parlamenterê me hatina girtin û di nav çar dîwaran de rehîn bûne. Di nav salekê de bi hezaran xebatkar û rêveberên partiya me hatin girtin.”

Feleknas Ûca diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk li ser HDP’ê ew e ku pêşeroja wî welatî bi dengê HDP’ê zelal bibe. Eger HDP benda barajê derbas bike wê îktîdara AKP’ê ji destên wan derkeve û sîstema Erdogan dixwaze ava bike, wê nekare pêk bîne.”

Feleknas Ûca di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser îttîfaqên Erdogan û wiha got: “Erdogan li dijî destkeftiyên gelê kurd îttîfaqa xwe bi MHP, Tansû Çîller û Mehmet Agat re çêkiriye. Em jî li dijî wan îttîfaqan bi gelê xwe re îttîfaqa xwe çêdikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin wekî hesabpirsînekê ye.”

Feleknas Ûca anî ziman ku gel ji AKP’ê re dibejê ku me sîstema wan nas kir, êdî em jî dibêjin roj roja biryardayînê ye û wiha pê de çû: “Yan em ê ji bo azadiya gelan û demokrasiyê îttîfaqa xwe xurt bikin an jî wê li dijî hemû gelan sîstema yekzilamî were avakirin û yek zilam jî wê êrîş û qetlîamên xwe zêdetir bike. Ji ber wê dema ku gelê me here ser sindoqan komkujiyên heya niha ku bi destê îktîdarê hatine kirin, bîne bîra xwe. Eger HDP bi ser bikeve dê li wî welatî azadî bi pêş bikeve, eger bi ser neket em dikarin bibêjin ku ev welat wê ber bi dîktatoriyê we here.”

Back to top button