ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

ji bilî dijminatiya li Kurdan û êrîşa li dijî Tevgera Azadiyê şensekî din ê desthilatdariya AKP’ê nemaye

Beşek ji hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re, ku têde  dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bêdengiya hêzên Başûrê Kurdistanê û helwesta gel û gerîla  bi ber firehî nirxand ye.

Cemîl Bayik gefên Erdogan ên dagirkirina Qendîl, Mexmûr, Şengal, Minbic û tevahiya Rojava bi bîr xist û got, “Bi gotina ‘Ez ê Bradostê, Başûrê Kurdistanê dagir bikim, ez ê êrîşî filan cihî bikim’ hewl dide nîşan bide bê çiqasî dijminê Kurdan e, dijminê PKK’ê ye. Çarenûsa xwe bi êrîşkariyeke bi vî rengî ve girêdaye. Ya wê dest ji desthilatdariyê berde, ya jî wê vê polîtîkayê bidomîne. Bêguman bi siyaseta demokratîk, bi têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê re jî dikarin bibin rêveber. Lê belê bi desthilatdariya AKP’ê re feraset û zîhniyeteke wiha nîne. Ya rast, hêzên demokrasiyê şensek dan wî. Kurdan şensek dan wî, gelek hêzan şens dan wî. Lê belê ji ber ku desthlatdariya AKP’ê ji kevneşopiya demokrasiyê û zîhniyeta demokratîk bêpar e, dema ku derfetên destê bi dest ve anî, bû beşek ji polîtîkayên dewleta klasîk. Niha bûye nûner û parêzvanê wê.”

Bayik bîr xist ku  AKP’ê destpêkê bi xapandinê, niha jî bi êrîşkariya li dijî Kurdan dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne  û wıha bêde çû,” Desthilatdariya AKP’ê piştî ku pê hesiya nema dikare Kurdan bi xapandinê kontrol bike, dest bi zext, zordarî û polîtîkayên şer kir. Ketiye ser rêya nêzîkatiya ‘yê ku herî baş dikare li dijî Kurdan şer bike, dikare Kurdan bieciqîne, Lewma ji bilî dijminatiya li Kurdan û êrîşa li dijî Tevgera Azadiyê şensekî din ê desthilatdariya AKP’ê nemaye. Her wiha êrîşê dibe ser hêzên demokrasiyê jî.”

Cemîl Bayik li ser gefên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla got, “Hêza dewlet û leşkerên Tirk nemaye ku ji bejahî ve şer bike.

Bayik hişyarî da û got, bicihbûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê gavên ji bo dagirkirina temamiya Başûrê Kurdistanê ye. Eger firsendê bibîne wê vê şaşitiya xwe sererast bike. Yanî bi awayekî vekirî dibêjin; eger firsendê bibînin wê statuya li Başûrê Kurdistanê hilweşînin.”

Bayik diyar kir ku dewleta Tirk dibêje, ‘dema ket nava Başûr wê jê dernkeve’ û destnîşan kir, ji bo derxistina wan, ew ê jî heta dawiyê têbikoşin û got, “Em ê tevî gelê Başûr têbikoşin. Gerîla wê têbikoşe. Dema ku gel û gerîla bûn yek, wê teqez ji hev bikevin.Kurd êdî Kurdên berê nînin. Nema dikarin Kurdan bixapînin.”

Her wiha bi bîr xist ku li herêma Bradostê hin gir hatine dagirkirin û got, “Lê belê PDK li ber ranebû. Tê gotin ku niha dewleta Tirk li wan gundên derdorê digere û civînan dike. Eger PDK destûrê nede û vê yekê erê neke, nikarin vê bikin. Em jî ji PDK’ê dixwazin ku helwesta xwe eşkere bike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku Avabûna eniya neteweyî nîşaneya helwesta gelê Kurd a li dijî dagirkeriyê ye û diyar kir ku, şert û mercên heyî yê şer, mercên siyasî û leşkerî Eniya Neteweyî, Kongreya Neteweyî li ser Kurdan ferz dikin û wiha dewam kir: “Eger Başûrê Kurdistanê berê têkoşîneke mezin da, şehîdên mezin da, wê demê ev gel wê li ber dagikerî û êrîşan rabe. Ji ber vê yekê, em îlana Eniya Neteweyî girîng dibînin”.

 

Back to top button