ManşêtRojava

115 penaberên din ên sûriyeyî ber bi Girê Spî ya dagirkirî ve hatin şandin

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku desthilata Tirk îro bi rêya deriyê sînor 115 penaberên sûriyeyî radestî polîsa leşkerî kirin da ku wan li malên şêniyên resen ên koçber bûne, bi cih bike

Bi vê daneyê re dewleta Tirk a dagirker di mehekê de hezar û 493 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derxistin.

Ji dema ragihandina rayedarên Tirk di destpêka Nîsana borî de ku dê avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî ava bikin, derdora 255 hezar û 500 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li wan herêman hatin bicihkirin.

Hemwextî derxistina penaberên sûriyeyî ber bi kantona Girê Spî ve, penaberên din bi rêya deriyên sînor ên Bab El Selame û Bab El Hewa derbasî herêmên din ên dagirkirî yên Sûriyeyê tên kirin. Heta niha, derdora 14 hezar penaberên sûriyeyî di vê mehê de ji Tirkiyeyê hatin derxistin.

Back to top button