ManşêtNûçe

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 17`ê Çileyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsên Leşkerî welatiya bi navê Laman Reşîd Seydo (35) li gundê Metîna yê navçeya Şera revand û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

Her wiha aşkera kir ku endamên îstixbarata dewleta Tirk 24`ê Çileyê welatiyê bi navê Şêx Menan Gîro (34) ku bi navê Çolaq tê naskirin û astengdar e, tevî hevjîna wî Gulê li gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê revand.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên mayî didomin.

Navenda Belgekirina Sûcan ku sûcên li Sûriyeyê belge dike, di rapora xwe de navên 32 kesên di Çileyê de li Efrînê  hatine revandin, aşkera kirin.

Back to top button