ManşêtNûçe

divê li dijî tecrîdê ‘yek dengî’ hebe

Ji parêzerên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li CPT û Wezareta Dadê dan, endama OHD’ê Elîf Taşdogen diyar kir ku divê li dijî tecrîdê ‘yek dengî’ hebe.
14 saziyên ku ji saziyên maf û hiqûqê pêk tên, di 12’ê Çileyê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan ku dixwazin “demildest serlêdana Îmraliyê bê kiri.” Piştî vê yekê yekser di 22’yê Çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan. Di serlêdanê de hat xwestin ku dixwazin hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin. Ji parêzerên îmzeya wan li bin vê serlêdanê endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen der barê tecrîda li Îmraliyê de axivî.
Taşdogenê diyar kir ku CPT organa Konseya Ewropayê (KE) ye û Tirkiye jî alîgireke wê ye û destnîşan kir ku divê CPT li dijî binpêkirinan li Tirkiyeyê zorê bide Tirkiyeyê. Taşdogen got: “CPT’ê di sala 2019’an de û di sala 2020’an de di rapora xwe ya der barê Îmraliyê de, bal kişandiye ser tecrîda mutleq. Helbet ji aliyê komîteyeke ku Tirkiye jî alîgirê wê ye bilêvkirina tiştekî wiha girîng e. Em bi daxwaznameyên xwe erkên CPT’yê bi bîr tînin. Her wiha ger welatên alîgirên wê pêşniyazên wê bi cî neyne, mafê wê yê ku van welatan teşhîr bike heye.”
Taşdogenê bal kişand ser serlêdana wan a li Wezareta Dadê û got: “Ji bo birêz Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne me serlêdan kir. Ango armanca me ew e ku em careke din rêgeza dewleta hiqûq bibîr bînin û dawî li vê tecrîda kûrkirî û îşkenceyê bînin.”
Taşdogenê diyar kir ku tecrîd li her qadê belav bûye û wiha got: “Em şahidên herî nêz ên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din in. Ev tecrîd li girtîgehên din jî belav bûye. Êdî tecrîd ne tenê pirsgirêka derdorekê ye. Êdî sîrayetî gel jî kiriye. Îro mirov di hevpeyvînên li kuçeyan de jî nikarin xwe bi rihetî îfade bikin. Yanî em dikarin bêjin ku tecrîd li se rtevahiya gelên Tirkiyeyê heye.”
Taşdogenê serlêdanên ji bo CPT û Wezareta Dadê sînordar nemînin û got: “Ji bo em mîsyona CPT’yê bibîra wê bixin, em tevbigerin.
Di qada navneteweyî de dê xebatên me, panelên me çêbibin. Dîrok û roj hîn ne diyar e.Lê em li dijî vê bêhiqûqîtiyê, tecrîda kûrkirî û îşkenceyê bitêkoşin û bixebitin.”
Taşdogenê destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê “yekdengî” çêbibe û wiha got: “Di mijareke wiha de ku Tirkiye ev qas eleqedar dike,û nebûna yekdengiyê dê xwe xapandin be. Li cihekî ku têkoşîna hevpar tune be, rizgarî jî ne pêkan e. Lewma em bang li hemû kesî û saziyan dikin ku daxilî têkoşîna hevpar bibin.”
Back to top button