ManşêtNûçe

destanek e ji destanên şoreşa rojava” Arîn Mîrkan”

berxwedana Kobanê destbêka jiyana azad ya gelê kurd e. Şoreş bi şehîdan hate avakirin û xaka bi xwînê hate avdan.Destanên qehramaniyê,lehengiyê bi tîpên zêrîn hatin neqşanadin, destanek ji destanên şoreşa rojava Arîn Mîrkan e

Bi boneya salvegera çaremîn a şehadeta Arîn Mîrkan,

Li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê gelê Kurd û jina Kurd li ber xweda û sekneke fedayî nîşan da. Arîn Mîrkan yek ji wan kesayetan bû ku heya kêliya dawîn şer kir û li ber xwe da. Arîn Mîrkan, li ser girê Miştenûrê bi berxwedana xwe ya lehengî û bi canê xwe yê fedayî navê xwe li tevahî cîhanê belav kir

Di kesayeta Arîn ê de şehîdên Kobanê û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, soza şopandina rêya wan nû dikin.  Ji ber go Şehîd pêşengên şoreşêne di nava gelê Kurd e xwedî taybetmendiyke cûdane.

Arîn, bi sekna xwe ya dilpak û bi girêdana doza gelê xwe ve berxwedana xwe ya dîrokî hişt ku tevayî jinên cîhanê berê xwe bidin şoreşa Rojava. Îro li ser rêya Arîn ê avesta û barîn bi hezaran jin, parastina hebûna xwe dikin û bi têkoşînê  her û her mezin dikin, û bê rawestan didomînin Li di himberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên ku dixwazin vê xakê dagir bikin, êrîşî destkeftiyên şoreşa rojava û Bakurê Sûriyê bikin,

ji bo dilsoziya bi şehîdanere û berdewamkirina  rêka wan YPJ ê jî ji bo rizgarkirina Efrînê xwe amade dike û hêza xwe di xeta Arînan de mezin dike.

Hêjaya bi bîranînê ku ev4 sal di ser çalakî û şehadeta Arîn Mîrkan re derbas bûn.di encama vê çalakiyê de hemû êrîşên dagirkeran û çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin. Çalakiya Arîn Mîrkan li girê Meştnûrê bû çavkaniya hêz û moral û berxwedanê û bi serkeftina Miştenûrê moral û motîvasyona şervanan zêde kir.

5‘ê Cotmeha 2014‘an, li girê Miştenûrê şerekî giran rû da, çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran û tankan êrîş dikir, di navbera çeteyên ku ketibûnê û şervanên YPG/YPJ’ê de şer giran bû. Şervanan li hemberî êrîşa giran bi lehengî bi rojan li ber xwe da. Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan bi biryardariyeke mezin xwe ji çalakiyê re hazir dike û dikeve nava çeteyan, li wir bombeyê bi xwe ve diteqanîne û bi dehan çeteyan dikuje.

Bi çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan helwest û israra şervanên YPG û YPJ‘ê ya xeta berxwedanê û parastina nirxên mirovahiyê xurt bû. Çalakiya Arîn Mîrkan, cewherê rastiya jinan ji tevahî cîhanê re nîşan da.

Wek tê zanîn biştî lehengya 134 rojan ya berxwedêran çeteyên DAIŞ‘ê ji Kobanê  hate qewitandin.

Kobanê di 26‘ê Çileya 2015 ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bû. Serkeftina Kobanê ji bo DAIŞ‘ê û alîgirên wê derbeyeke mezin bû. Niha jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi heman moralî şerê li hemberî terora DAIŞ‘ê li gundewarên Dêrazorê didomîne.her wiha  Li efrînê jî berxwedana serdemê bi israrkirina rizgarinê û serkeftinê bê sekin berdewam dike.

Back to top button