GotarManşêt

Berhem Salih Serokomarê Nû yê Îraqê

Di yekem gotara xwe de piştî sûndxwarinê, Berhem Salih ragihand, ew dê yekperçiya Iraqê biparêze û dê bibe parêzerê hemû Iraqê

Di civîna Civata nûnerên Iraqê de, Xûl a dûyem a hilbijartinan ji bo post a Serokomar birêveçû û namzetê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Berhem Salih, bi koma dengên 219 parlemantaran wekî Serokomara Iraqê hat hilbijartin.

Ev yek jî piştî vekşandina namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo post a Serokomariya Iraqê Fuad Husên, ku wek nerazîbûnek li hember rêkarên hilbijartina Serokomar vekişiya.

Berhem Eḧmed Salliḧ), sala 1960-ê li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 1976-ê bû endamê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK). Sala 1976-ê ji ber xebatên xwe yên di nav tevgera rizgariya gelê kurd  li başûrê kurdistanê de ji bal rejima Baasê ve du caran hat girtin.

Li Ewropayê wek berpirsekî pêwendiyên derve  yê YNK-ê li Londonê kar kir.

Her wiha bû serokê Ofisa YNK-ê a Amerîkayê. Piştî yekemîn hilbijartinên li başûr ên sala 1992-yê bu yekemîn nunerê Hukumeta Herêma Kurdistanê ê li Washingtonê.

di sala 2005-ê de wek wezîrê plandanînê li Bexdayê kar kir. Piştî hilbijartina 2005-ê di hukumeta Nurî Malikî de li ser navê lîsteya herêma Kurdistanî wek cîgirê serokwezîrê Iraqê dest bi kar kir. Heta hezîrana 2009-ê ew kar meşand.

Di hilbijartinên 2009ê ên Herêma Kurdistanê de ji Lîsteya hevbeş a PDK-YNK-ê bû parlamenter û 28.10.2009 wek serokwezîrê herêma Kurdistanê hat hilbiajrtin.

Back to top button