LêkolînManşêtNûçe

Girê gundê Leylan ji kevntirîn cihên dîrokî yên cîhanê ye

Gundê Leylan ê navçeya Tirbespiyê bi girê xwe yê dîrokî navdar e. Akadan gir xistin bin serweriya xwe û piştre kurê Hamorabî Şemşî Add lê jiya. Heta niha jî şûnwarên wê serdemê lê hene.

Gundê Leylan bi 8 km dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê. Gund bi girê xwe yê dîrokî navdar e. Şûnwarên gir heta niha mane. Ji nêzî 150 salan ve gund li rex girê dîrokî hatiye avakirin.

Li gorî lêkolînên dîrokî ku behsa gundê Leylan dikin, diyar dikin ku di wê demê de bajarek bû û navê wî Şexna bû. Di salên di navbera 2300`an heta 2200’an B.Z. de di bin serweriya Împarotariya Akadan bi rêveberiya Naram Sîn de bû ku gelek navendên akadî li herêma Xabûr ava kiribûn. Ji delîlên ku hebûna Akadan li vê herêmê îsbat dike, ruqmên mixî û mohrên bi awaya lûle ku li herêmê hatine vedîtin.

Akadiyan bajarê nizm bi sûreke bergirî gelek mezin bi stûrahiya li hin cihan digihîje 8 metreyan ava kirin. Di dema Akadiyan de bajar ji aliyê çandiniyê û aboriyê ve geş bûbû. Her wiha gelek firaqên fexarî hatinbûn çêkirin. Akadiyan gelek avahiyên giştî wekî perestgeh ava kirin û ayînên baweriya akadiyan lê pêk dianîn.

Kurê Hemorabî Şemşî Add li vî girî jiya

Li gorî şandeya Amerîkayê ya ji Zanîngeha Yale bi rêveberiya Harvî Ways di sala 1979’an de ku li gir vekolîn kirine, hate diyarkirin ku dîroka gir vedigere serdema Hamorabî. Her wiha kurê wî Şemşî Add li gir jiyaye.

Şandeya Amerîkayê di nivîsandina raporên xwe de ruqmên mixî û peykerên axî ku di vekolînan de dîtine, bingeh girtin. Xebatên vekolînê heta destpêka aloziya Sûriyeyê sala 2011’an berdewam kiribûn. Li gorî kesên ku haya wan ji raporan heye destnîşan kir ku şandeyê di raporên xwe yên ku radestî hikumeta Sûriyeyê kiribûn de diyar kir bû ku girê gundê Leylan ji girîngtirîn cihên stratejîk ên serdemên kevn e. Her wiha di wê demê de cihekî bazirganiyê yê girîng bû û tê de depoyên genim hebûn. Şêniyên wê bi piranî bazirganî dikir. Heta niha jî şûnwarên depoyên genim lê hene.

Li gorî cihên dîrokî yên girê gundê Leylan ên niha, mirov dikare bibêje ku herêm li navîna çemên ku di herêmê re derbas dibûn de bû, wekî çemên Cirih, Maşûq û Soblax. Her wiha şêniyên gund wê demê de li dora gund rûbarek bi armanca parastina ji êrîşan kolabû.

Li gorî Prof. Harî Ways girîngtirîn tiştên ku hatine vedîtin, li aliyê bakurê rojhilatê namilkeyên ku dîrokên girîng lê hatibûn nivîsandin, hindek xişr, li aliyê bakurê gir qerqodeyek hate dîtin, tên texmînkirin ku a jinekê ye û li rojavayê gir 4 firin û serşokek ku tê texmînkirin ku yên împarator Şemşî Add in.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re di sala 2011’an de, çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra di yekemîn êrîşên xwe de li ser Rojava, gund kirin ji girîngtirîn armancên xwe. Di dirêjahiya salekê de hewl dan gund dagir bikin, lê Yekîneyên Parastina Gel bi hevkariya şêniyên gund êrîşên çeteyan şikandin û destûr neda ku çete nêzî gund û girê wî bibin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Abdulrehîm Hiso yê ji şêniyên gundê Leylan, got ku çeteyan hemî gundên nêzî gundê Leylan dagir kirin, wekî gundên Taya, Mihemed Dîb û gundê Girdoka yê Suryanî. Her wiha Hiso xuya kir ku Yekîneyên Parastina Gel bi hevkariya şêniyên gund, noqteyek ji bo parastina gund ava kir û destnîşan kir ku çeteyan di dirêjahiya salekê de ji sala 2013’an heta 2014’an hewl da gund dagir bikin, lê hemû hewldanên wan têk çûn.

Back to top button