BinpêkirinManşêtNûçe

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê sivîlan û xwezaya Efrînê berdewam e

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji navçeya Şerayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî hatine dayîn, 15 çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ beriya çend rojan bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Derwîş Reşo (47) ê ji gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê de girt û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan beriya Reşo birevînin bi awayekî hovane li wî û endamên malbata wî daye, di encamê de dayika Mihemed, Fatme birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Efrînê.

JINEKE ÊZIDÎ REVANDIN

Girêdayî heman mijarê çavkaniyekî din anî ziman ku çeteyên ′Polîsên Sivîl′ jina êzidî Sultane Semîr Ebdo (25) ji gundê Baflûnê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Her wiha heman çeteyan welatiyê bi navê Esmet Omer ji gundê Îkidamê yê navçeya Şera li ser paşxaneya pevçûna di navbera zarokê wî û zarokên malbatên çeteyan ên li gund de, revand.

Şahidên ji navçeya Mabeta aşkera kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker berhema 70 darên zeytûnê yên Ebû Heysem ê ji gundê Sêmalka yê navçeya Mabetayê diziye.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku çeteyên Hemzat ji 300 heta 500 dolar pere li niştecihên gundên navçeyên Cindirês û Mabetayê; Çolaqa, Feqîra, Keferdela Jorîn û Keferdela Jêrîn, ferz kirin. Li kêleka wê jî çeteyan li xelkê gundê Korka yê Mabetayê 250 tenekeyên zeytê ferz kir.

Back to top button