Sazî û rêxistinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman li Hîldesheîm-Angoulemeplatzê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
Piştre li navenda sûkê meş hate lidarxistin. Di meşê de alên TEV-DEM, PYD, YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de ku belavokên Elmanî hatin xwendin û belavkirin, dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPJ/YPG”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Meş li ber Ottoplatzê veguherî mîtîngê û bi dawî bû.