ManşêtNûçe

Konferansa Ciwanan diyarî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin

Konferana Ciwanan a Cîhanê ku li ser bingeha konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê tê lidarxistin ji aliyê tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ ve tê organîzekirin. Konferans li avahiya Espace Nîemeyerê pêk tê. Konferans wê sê rojan dewam bike. Roja destpêkê ya konferansê saet di 10’an de bi axaftina destpêkê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre li ser têkoşîn û şehîdên şoreşê axaftin hate kirin.

Florîan Andre di destpêka konferansê de axivî û diyar kir ku ew vê konferansê diyarî  Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Florîna Andre qala rabirdûya Konferansa Ciwanan a Cîhanê kir û got, “Ev konferans sala 2015’an li paytexta Kurdistanê Amedê destpê kir. Piştre li paytexta berxwedanê Kobanê di sala 2019’an de hate lidarxistin. Di sala 2015’an de piştî konferansê dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdistanê şerekî mezin da destpêkirin. Di sala 2019’an de 6 meh piştî konferansa li Kobanê dewleta Tirk Girê Spî dagir kir. Em vê konferansê diyarî lîderê vê şoreşê Abdullah Ocalan dikin ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye. “

Piştî axaftina destpêkê dîmenek li ser kapîtalîzm û têkoşîna ciwanan hate nîşandan, piştre peyamên ji deverên cuda yên cîhanê hatin şandin, hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de yên ji Lubnan,Afrîka Başûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şandin, işaret bi ruhê berxwedana ciwanan û têkoşîna hevpar a li dijî kapîtalîzmê hate kirin.

Berpirsyarê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Lubnanê got, “Min xwest ji Lubnanê tevlî konferansê bibim. Şerê li Lubnanê dibe sedema xizaniyê û koçkirina mirovan. Ji ber şerê Xezeyê sûcên şer têne kirin. Ji ber vê yekê jî divê piştgirî ji gelê Fîlîstînê re bê dayin. Ciwanên pêşverû paşerojê ava dikin. Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê wê dewam bike. 

Piştre peyamên Yekîneyên Parastina Jinê û Komuna Enternasyonalîst a Rojava hate nîşandan. Di peyamê de hate gotin, “Li dijî sîstema kapîtalîst Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêk tê. ji bilî berxwedan û azadiyê çareyek me nîne. Em li dijî kapîtalîzmê li ber xwe didin, li vê derê jiyaneke nû ava dikin. Em li ser xeta Rêber Apo ne. Ne tenê ji bo dîrokê, ev konferans ji me hemûyan girîng e. 

 Ji Tevgera Sosyalîst a Efrîkaya Başûr Nehlalî Bassûm jî peyamek ji konferansê re şand û got, “Em dibêjin em nebin kes nikare bi navê me biryarê bide. Ji ber ku ciwan di hedefa sîstema heyî de ye. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin. Bi hezaran ciwan bêkar in, di nava şert û mercên nebaş de ne. Sîstema heyî naxwaze ciwan rabin ser piyan. Em dixwazin civakeke wekhev ava bikin. 

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker jî peyamek bi dîmen ji beşdarên konferansê re şand û got, “Weke ciwanên Apoyî em we hemûyan silav dikin. Em Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya Yekemîn silav dikin. Dibe ku me hev nedîtibin, em hev nas nekin. Hinek ji me ji Kurdistanê hinek ji Rojhilata Navîn, hinek ji Ewropa, hinek ji Efrîkaya Başûr, hinek ji Anya Yakayê bin. Lê belê em lêgerînerên jiyana azad in. Ji ber vê yekê em di vê konferansê de ruhê ciwanên 68’an dibînin. Lewma civîneke bi vî rengî wê serketineke mezin bi xwe re bîne.”

Back to top button