Amadehiyên Newroza li Amedê dewam dike. Bo Newrozê Serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî jî di nav de ji Ewropa, Tirkiyê û deverên din gelek parlamenter nivîskar rewşenbir rojnamevan akademisyen û kesên navdar hatin vexwendin. Seroka Komîteya Amadehiyan Ruken Akca ragihand ku amadekarî di asta dawî de ne.
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de HDP û BDP zêdeyî hezar vexwendname ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û siyasetmedaran şand. Herwiha hat zanîn ku ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên Newrozê daxwaza gelek saziyên çapemenî û rojnamgerên navnetewî jî hene. Serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî jî di navde hemû partiyên siyasî û gelek saziyên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê ji bo Newozê hatin vexwendin.JI EWROPA Û TIRKIYÊ GELEK PARTİ Û SAZÎ HATİN VEXWENDIN
GELEK HUNERMEND AKADEMİSYEN Û NAVDAR HATİN VEXWENDINJi bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên Newrozê vexwendname ji van hunermendan re hat şandin. Kadir İnanır, Zulfu Livaneli, Sila, Sezen Aksu, Bariş Atay, Ferzan Ozpetek, Firat Taniş, Ezel Akay, Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Husnu Arkan, Erkan Ogur, Meltem Cumbul, İsmail Hakkı Demircioglu, Şevval Sam, Menderes Samancilar, Julide Kural, Mustafa Alabora, İrfan Degirmenci û Mert Firat. Ji akademîsyenên hatin îxrackirin re jî vexwendename hatin şandin. Vahap Coşkun, Gokhan Atilgan, Tanil Bora, Korkut Boratav, Ahmet Ozer, Fatmagul Berktay, Fatma Gok, Mesut Yegen, Sibel Ozbudun, Ferhat Kentel, Melek Gorgenli, Levent Koker, Eser Koker, Ayşegul Altınay,
Gulseren Adakli, Ferdan Ergut, Jale Parla, Semra Somersan, Koray Çalişkan, Zeynep Gammetti, Şebnem Korur Fincancı, Nuray Mert, Aziz Çelik, Buşra Ersanli, Ahmet İnsel, Esra Mungan, Ayşe Bugra, Ayşe Berkman, Erol Katircioglu, Ferda Keskin, Hasan Bulent Kahraman, Huseyin Hatemi, Murat Paker, Nukhet Sirman, Ragip Duran, Serpil Sancar, Turgut Tarhanli, Yasin Ceylan, Abbas Vali, Ahmet Demirel, Çaglar Keyder, Fusun Ustel, Kerem Altiparmak, Maya Arakon, Ayhan Sol, Ayhan Yalçinkaya, Elçin Aktoprak Uzgen û İbrahim Kaboglu.‘JI BO EWLEYİYÊ 2 HEZAR KES HATIN PEYWIRDARKIRIN’
‘BILA NEWROZ JI BO AŞTIYÊ BIBE GAVEK NÛ’
Akca li ser wateya Newroza îsal axivî û wiha got: “Em dixwazin ku Newroza îsal ji bo azadî û aştiyê bibe gavek mezin. Di Newroza 2013an de bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê destpêkir û ev yek di nava hemû gelan de bu hêviyek. Lê di salên dawî de dîsa şer destpêkir û carek di me canê ciwan spart axê. Di pêvajoya çareseriyê de dayikan di got êdi em zarokên xwe naxin axê, emê çekan têxin bin axê’. Ev şer tu feyde nade herdu alîyan. Serkeftina tu şera nîne. Carek di ji bo aştiyê hêviyek heye û ev hêvi li gorî salên di zêdetire. Em dixwazin ev Newroz jî ji bo aştiyê bibe gavek. Di rihê Newrozê de pêvajoyek nû heye.”