ManşêtNûçe

Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in

Li dêrendaza Serkeftina 18ê Adarê ya Çanakkaleyê de serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan  ji bo Almanya û Hollandayê got: Hûn xwelî ser in.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya merasîma Çanakkaleyê de got: “Di nava 14 salan de me welatê xwe gelekî bipêş xist, lê ev xebat di cihekî de dixitime. Xaya me ku em bibin layîqî bav û ecdadê xwe.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di nava 14 salan de me Tirkiyeyê 3 qat mezintir kir û ew zincîra paşmayînê me şikand. Bi vê sîstema heyî îmkana me ku em bipêş bikevin tuneye. Em ê tevlî sîstemeke ku di dinyayê de ya herî baş e.”

Serokomar di dirêjiya axaftina axaftina xwe de got: “Komara Tirkiyeyê ne ya pêşî ye, dewleta me ya dawî ye. Herwiha Osmanî jî û Selçukî jî êm e ne. Di vê dîroka hazar salane de hemû dewletên ku hatin û çûne yên me ne.”

GELÊ ME WÊ BERSIVA WAN BIDE

Serokomarê Tirkiyeyê di dawiya axaftina xwe de got: “Rêvebiriya Hollandayê radibe destûra firîn a Wezîrê Derve betal dike. Wezîra min a jin derbasî nava Hollandayê nake. Hesp û kûçikên xwe bi ser hemwelatiyên me li wir dijîn de dajo. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî piştgiriyê dide. Xwelî li serê we be. Tu ferqa van ji hev tuneye, raje yekî li ya din bide. Hûn çi dikin bikin hûn nikarin vî miletî ji rêya wî vegerînin. 16ê Nîsanê miletê min wê bersiva herî baş bide van.”

Jêder: Sputnik

Back to top button