ManşêtNûçe

Şaredarê îtalî ji bo Newrozê hat Tirkiyeyê lê hat dersînorkirin

 

Şaredarê navçeya Santomenna ya Îtalyayê Massimiliano Voza ji bo beşdarî Newroza Amedê bibe bi balafirê hat Stenbolê lê ew ji Balafirxaneya Ataturk bi paş ve vegerandin.

Li gor nûçeya Esma Çakir a ji DHA’yê ku ji çapemeniya îtalyayê girtiye Şaredar Voza duh gihîştiye Stenbolê, lê ew girtine bin çavan, şevek maye û bi paş ve vegerandine. Şaredar Voza ji bo çapemeniya Îtalyayê wisa gotiye: “Şevek bê sedem wan ez desteser kirim û girtim bin lêpirsînê. Nehiştin ez li balyozxaneya Îtalyayê jî bigerim. Di vê navberê de Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê dest bi hewldanan kiribû.”

Şaredarê Santemenna Massimiliano Voza di nav komîteya piştgiriya “Napolî ji bo Kobanî” de cih digire.

Voza hemwelatiya rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ew di heman demê de piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li ser destê hêzên YPG û YPJ li Kobanî ew çûbû wir û demek wekî dixtorê Dil li nexweşxaneyê xebitî bû.

J. M

Back to top button