Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Reqayê daxuyaniyek da raya giştî, tê de êrîşên dewleta Tirk li ser Kobanê, Til Temir û Zirgan şermezar kir.
Bi beşdarbûna bi dehan ji tevgerên ciwanên şoreşger, daxuyanî ji hêla “Udey Rebah” endamê ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, di daxuyanuyê de wiha hat:
Em weke ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD êrîşên ku dijminên Netewa Demokratîk pêk tîne bi nûnertiya dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya li Zirgan, Til Temir û Kobanê, bi armanca tirsandin û koçberkirina sivîlên resen şermezar dikin.
Daxuyaniyê tekez kir: Ne ji mafê dewleta Tirk e ku sivîlan bikuje û xaka wan dagir bike her wiha xistina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hat.
Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, daxwaz ji rêxistinên hiqûqî û civaka navdewletî kirin ku sûcên terorîst ên dewleta Tirk rawestîne.
Her wiha tekez kirin ku em gelên daxwaza aştî, ewlehî û jiyana hevbeş bi tevahiya gelan re ne, em soz didin gelê xwe ku em amade ne Ii hember êrîşên li ser xak û gelê me û destkeftiyên şehîdên me pêk tê, bisekinin û em ê parastinê bikin bi hemû rihê ciwanên rêxistinkirî.
Di dawiya daxuyaniyê de drûşmeyên ku êrîşên delweta Tirk şermezar dikin berz kirin.