Nûçe

Şêniyên Hesekê êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên şermezar kirin

Bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê, duh Sêşemê di dîroka 2021- 12- 28 derketin xwepêşandanek berfireh ji bi şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên domdar li ser Zirgan û gundewrên Til Temir û Kobanê.

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tevlî xwepêşandanê bûn, wekî din tevahiya saziyên sivîl û leşkerî di kantona Hesekê de.

Xwepêşandan ji pira Miftî destpê kir ber bi qada şehîd Serhed li taxê meşiya, pankartên li ser nivîsên “koçberiyê bisekinînin, na ji kuştina jinan re” hildan û drûşmeyên ku êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikin berz kirin.

Dema gihaştina xwepêşandaran li qada şehîd Serhed, deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdan, piştre hinek gotin hatin kirin, jê bi navê Hêzên Leşkerî rêveberê di Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê “Şiyar Hesekê” axivî, û bi navê pêkhateyên bajarê Hesekê “Nisrîn Mihemed axivî”.

Gotinan êrîşên domdar ên deweta Tirk li ser herêmê û yên ku sivîlan armanc dikin şermezar kirin.

Gotinan tekez kirin ku Tirkiya di riya êrîşên li ser xaka me hewil dide tevliheviya xwe ya siyasî û leşkerî di hundirê Tirkieyê veşêre.

Her wiha îşaret kirin li ser berxwedana qehremanî ya ku hêzên me li dijî Tirkiyeyê pêk tîne, tekez kirin li ser şopandina riya wan heta ji dagirkeriyê xelas bibin û tevahiya xakên dagirker rizgar bikin.

Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên ku bipêkirinên dewleta Tirk şermezar dikin bi dawî bû.

Back to top button