ManşêtNûçe

Şêniyên Şedadê êrîşên Tirkiya li ser Zirgan şermezar kirin

Bi sedan ji şêniyên Şedadê, duh di dîroka 2021-12-29 derketin meşekê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiya li ser herêmên Zirgan û Kobanê, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD.

Meş ji pêşiya nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat PYD destpê kir, di nava berzkirina drûşmeyên ku binpêkirinên Tirkiyeyê li ser herêmê şermezar dikin, heta gihaştin parka “Rêber Abdullah Ocelan” li Şedadê, beşdaran deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê.

Bi navê Desteya Ewqafê li Şedadê Ehmed Esed hevsrokê desteyê axivî, tê de got:

Îro em seknek protostoyê disekinin ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, ya ku armanc dike ku ewlehî û aramiya herêmê me têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyan çêbike.

Ehmed Esed daxwaz ji civaka navdewletî kir û sînorekî ji binpêkirin û êrîşên Tirkiya li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya deyne.

Meş bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedana gelê Zirgan û Kobanê silav dike bi dawî bû.

Back to top button