Nerazîbûnên li hemberî hedefgirtina erebeyeke sivîlan li pêşiya avahiya Meclisa Edelata Civakî ya bajarê Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov ya dewleta Tirk ve zêde dibin. Di encama êrişê de 2 kes şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn di nav de hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Bekir Ceradê, heye.
Têkildarî mijarê Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya navenda meclisê da. Daxuyanî ji aliyê parêzer Azad Ebdî ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em êrişa dewleta Tirk a dagirker ku duh li dijî sivîlan hatî kirin û di encama wê de 2 kes şehîd bûn û hevalê me Bekir Ceradê birîndar bû, şermezar dikin. Ev kiryeke terorîst e û dewleta Tirk bi vê êrişê hemû qanûnên navneteweyî binpê kir.
Em bang li saziyên hiqûqî û mirovî û saziyên nanveteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku destwerdanê bikin da ku sînorekî ji sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk re deynin.
Bi heman mebestê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firatê daxuyaniyek da. Hevseroka tevgerê Hedla Hesen li qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyanî xwend. Bi dehan şênî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina 2 erebeyên sivîlan ku di encama wê de sivîl şehîd bûn, qanûn û hevpeymanên navneteweyî binpê dike. Berdewamkirina van êrişan aştî û ewlehiya herêmî û îstiqrarê têk dibe.
Her wiha hate destnîşankirin ku ji bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk û hedefgirtina bajarê Kobanê, gundên wê û sivîlan û gefên wê yên eşkere yên ji bo dagirkriina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê, tê wateya qebûlkirina van sûcan û diyar kir ku hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin.
Di dawiyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, bêdengiya navneteweyî nexasim a DYA`yê û nepêkanîna Rûsya sozên xwe ku wek hêzeke garantor li herêmê ye hat şermezarkirin û bang li civata naventeweyî hat kirin ku bi awayekî cidî bixebite da ku sûcên dewleta Tirk rawestîne.
TEV-DEM`ê her wiha sersaxî ji malbatên şehîdan re û silametî ji birîndaran re xwest.
ANHA