ManşêtNûçe

Şandeyeke tenduristiyê ya Alman serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeya alman ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer, cîgirê hevserokatiyê Fener El-Giêt, endamên Desteya Rêveber Senda Deham û Ebdurehman Selman ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de her du aliyan, warê tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêdiviyên tenduristiyê yên ji bo pêşxistina vî warî pêwîst nîqaş kirin.

Dr.Ebdulkerîm Umer behsa bandora pêla çaran a pandamiya Koronayê û xeteriya belavbûna wê li herêmê bi taybet li gel ku bi dehan kamp li herêmê hene kir. Her wiha destnîşan kir ku dewletên Ewropayê bi erkên xwe yên li hemberî gaziyan bi şiklê tê xwestin ranebûne ku divê li derve werin dermankirin û ji ber tunebûna dermankirinê bi windakirina endamên laşê xwe re rû bi rû mane.

Cîgirê hevserokatiyê Fener El-Giêt jî spasiya şandeyê kir ji ber ku hatiye herêmê û alîkariyan ji şêniyên herêmê re pêşkêş dikin.

Bijîşkê alman Konsten Rock diyar kir ku ew ji vê serdanê armanc dikin desteka warê tenduristiyê ya li herêmê bikin û alîkariya pêwîst pêşkêş bikin.

Konsten Rock wiha domand: “Em armanc dikin alîkariyê ji warê tenduristiyê re pêşkêş bikin bi taybet li gel ku vîrusa koronayê li herêmê belav bûye. Ji ber wê divê wek bijîşk em destekê pêşkêş bikin û alîkariya mirovî û piştigiyê ji civata navneteweyî werbigirin û bînin herêmê.”

Ev cara yekemîn e ku şandeyeke warê tenduristiyê serdana herêmê dike. tê payîn şandeya Alman serdana desteyên tenduristiyê yên Cizîr, Kobanê û hevdîtinan bi rayedarên warên tenduristiyê re yên li herêmê çêke.

ANHA

Back to top button