ManşêtNûçe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir

Parêzerên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriteya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Li gorî nûçeya “Mezopotamyayê” parêzerên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yîldîrîm û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de dimînin, Newroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di 23’ê Îlona 2020’an de, bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021’an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan.

Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.

HEVDÎTINA DAWÎ DI 25’Ê ADARÊ DE BÛ

Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Back to top button
Close