Duh roja yekşem di dîroka 29’ê Tebaxê, şandek ji Partiy Sûriya Pêşerojê serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li kantona Girê Spî kir.
Şandeya mêvan ji “Mensûr El-Selûm” ji buroya têkiliyan ya Partiya Sûriya Pêşerojê, “Celaa Hemzawî û Kedîm Îbrahîm” endamên partiyê pêk hat, wekî din rêvbeiryên li navçeya Eyn Îsa ” hevala Fatima, heval Ebdul Kerîm û Elî Casim. ”
Endamên di Partiya Yekîtiya Demokrat “Mustefa Ezîz, Qeys Ziyab û Cîhan Muslim”, her wiha endamên meclisa kantonê pêşwaziya wan kirin.
Di derbarê serdanê de li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet piştî êrîşên dewleta Tirk ên dawî hat gotûbêj kirin, wekî din bûyerên navdewletî yên bi lez çêbûn, û nêzîkatiya siyaseta Emerîka û Rûsiya ji dosya Sûrî.
Di serdanê de hat tekez kirin li ser berxwedana gelê me li hember faşîzma Tirk a DAIŞ’î, û gortin ku bi hevgirtina me wê serkeftin ya me be.
Her wiha şandeya Partiya Sûriya Pêşerojê pesnê hewildanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat dike di belavkirina ewlehî û aramiya herêmê kir.