ManşêtNûçe

 Li Derayê guftûgo bi bin ketin û dorpêç berdewam e

Saziya Çavdêriya Sûrîyê ya Mafê Mirovan da zanîn ku ji ber israra baskê Îranî yê girêdayî hikûmeta Şamê li ser çareya leşkerî, guftûgoyên li Derayê bi bin ketin.

Saziya Çavdêriyê got ku piştî vê yekê, pevçûnên navbera çekdarên Derayî û hêzên Şamê gur bûne.

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat têkildarî mijarê wiha nivisî: “Piştî redkirina daxwazeke komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û Rûsya ku 50 kes ji şêniyên Dera El-Beled werin koçberkirin, hêzên Firqeya 4`an ku bajar dorpêç kiriye, duh hewl da ji 3 eniyan ve derbasî bajêr bibe. Hemwextî wê taxên dorpêçkirî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin û şer bi şêniyên bajêr re ku rê li pêşiya ketina Firqeya 4`an ji bajêr re digirin, derket.

Ji ber van geşedanan, komîteya navendî ya gundewarê rojavayê Derayê li ser hawara şêniyên Dera El-Beled daxuyaniyek da û tê de seferberiya giştî ragihand. Her wiha di daxuyaniyê de gef li hêzên hikumeta Şamê hate xwarin ku eger milîsên Firqeya 4`an û Îranê hemleya xwe ya leşkerî ya li dijî taxên dorpêçkirî ranewestînin û dorpêçê bidawî nekin, wê şer li hemû parêzgehê ragihîne.

Ji ber şer û pevçûnê, şêniyên gundewarê rojavayê Derayê û hin deverên derdorê der bi der dibin.

Back to top button