ÇalakîManşêt

Meclîsa Jinan a PYD’ê li Reqayê civînek li dar xist

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh di dîroka 29’ê Tebaxê civîneke rêxistinî ji endamên xwe re li Reqa li dar xist, ji bo li ser rewşa Jin biaxivn, her wiha rewşa wê di dema kontrolkirina rêxistina DAIŞ’ê û piştî rizgarkirina wê ji hêla Hêzên Sûriya Dmeokratîk.

Di destpêka civînê de, beşdaran deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre li ser rewşa jinê di dema kontrolkirina DAIŞ’ê û milîsên terorîst hat nîqaş kirin, û rewşa wê piştî rizgarkirina wê ji hêla Hêzên Sûriya Demokrat.

Di civînê de hat destnîşan kirin li ser pêwistiya xwerêxistinkirina jinê di nava partiyê de, wekî di li ser dozên têkildarî jinê û giringiya rêxistinkirina wê di civakê de hat goftûbêj kirin.

Di civînê de hat tekez kirin li ser giringiya li darxistina mîna van civînan û vekirina buroya Partiya Yekîtiya Demokrat li Reqa geveke giringe.

Civîn bi komek nerîn, û pêdiviya jinan bi perwerdeya rewşenbîrî hat bi dawî kirin, ji bo ku hişmendiya xwe zêde bikin û karê xwe di her warî de pêşve bibin.

 

   

Back to top button