BinpêkirinManşêtNûçe
30 kes li Efrîna dagirkirî hatin bicihkirin
Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku dewleta Tirk a dagirker duh 30 penaberên sûriyeyî di deriyê gundê Hemamê yê Cindirêsê re vegerandin û wan li kantona Efrîn bi cih kirin.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê dewleta Tirk ji destpêka îsal ve zêdetirî 2 hezar malbat di heman deriyê re vegerandin û wan li Efrînê bi cih kirine.
Çavkaniyan got, leşkerên Tirk 7 kesên hewl dida di sînorê Tirkiyeyê-Sûriyeyê yê li Efrînê re derbas bibin radestî çeteyên xwe kirin û pere ji wan standin.