JinManşêtNûçe

8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin

Hat zanîn ku li Kabul a paytexta Efganistanê di 20’ê Tebaxê de 8 jinên ku polîtîkayên qetlîan û zextên Talîbanê protesto kirine di serdegirtina mala ku lê diman de hatine binçavkirin û girtin.

Ji damezrînerên Tevgera Protesto ya Yekîtî û Hevgirtina Jinên Afganî Dr. Zahra Heqparast Ajansa Nûçeyan a Jinan a Afganîstanê re piştrast kir ku jinên xwepêşander ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatine girtin. Ji aliyê Talîbanê ve derbarê jinên hatine desteserkirin de ti agahî nehatine dayîn, nayê zanîn ku ew birine ku derê.

Di vîdeoya ku di dema binçavkirinê de hatiye kişandin; Hat diyarkirin ku endamên Talîbanê bi awayekî çekdar bi hinceta “Li dijî Talîbanê şer dikin” bi ser malê de digrin. Navên jinên hatine girtin wiha ne: “Hacer, Hasîna Serwarî, Ferîde Mohîb, Tula Ataî, Lîmah û Xatul.”

 

Back to top button