JinManşêtNûçe

ji bo azadkirina Rêbertî , divê nêrîneke giştî ya cîhanî hebe

Kongreya Navneteweyî ya Jinan 18 û 19`ê Tebaxê bi beşdariya zêdetirî 80 çalakvanên jin ji 10 dewletên ereb û Afrîkayê; Tunis, Urdun, Iraq, Sûdan, Lubnan, Filistîn, Misir, Sûriye, Tirkiye û Îranê, şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke Şengalê, li dar ket.

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan, Komeleya Jîn a Jinan û Komeleya Çandî ya Newroz li Lubnanê kongre bi dirûşma “Li ser şopa jin, jiyan azadî” li dar xist. Di kongreyê de, mijarên mîna “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê”, “Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de” û “Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de” nîqaş kirin.

Di dawiya kongreyê de gelek biryar hatin stendin, jê herî girîng avakirina mîsaqeke herêmî ya hevbeş a jinan, lidarxistina kongreyeke herêmî ya jinan ji bo pêşxistina têkoşîna hevbeş a jinan, avakirina komîteyên hiqûqî û destpêkirina hemleyên herêmî yên stratjîk ji bo pêkanîna azadiya

Nivîskar û dr.Kerîma El Hefnawî ya ji Misirê ku endama eniya nîştimanî ya jinan ji bo parastina mafên jinên misirî û dozên erebî ye, tev li komîteyê bû. Kerîma têkildarî tevlêbûna xwe ya di kongreyê de ji ajansa ANHA re axivî û destnîşan kir ku banga wan a mafên jinan e nayê wateyê ku ew banga zayendperestiyê dikin, lê belê ji ber ku jin beşeke ewlehî, pêşketin û pêşxistina civakê ye.

Kerîma wiha domand: “Di kongreyê de, gelek tecrubeyên têkoşînê hatin parvekirin. Me daxwazên jinan, sûc û êrişên li dijî wan tên kirin çi li dewletên ereb yan jî herêmên kurdî yan jî Afganistan yan jî Îran yan jî Afrîka nirxandin. Me astengiyên li pêşiya jinan derdikevin, gotubêj kirin.

Kerîma da zanîn ku beşdaran li ser van xalan lihev kir: “Zehmetî hene ku jinan û çanda wê diçewsînin, ruxmî ku rola wê di civakê de lê li ser bingeha ku kêmî mêr e danûstandin pê re tê kirin.”

Kerîma wiha berdewam kir: “Me li hev kir ku divê jin di aliyê aborî de were xurtkirin  û dabînên civakî  re hebin.”

Her wiha Kerîma da zanîn ku di kongreyê de behsa tundiya li dijî jinan hate kirin çi tundiya malbatî yan jî civakî yan jî tundiya di aloziyan de li dijî jinan tê kirin, hate kirin.

Der barê bidawîkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwazên jinan têkildarî wê de, Kerîma got: “Tecrîd û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, ne rewa ne jî qanûnî ne û tevahî pîvan û peymanên navneteweyî û yên mafên mirovan binpê dikin.”

Kerîma ev li gotinên xwe zêde kir: “Sedem çi dibe bila bibe, lê divê mafên girtiyan hebin. Divê jiyaneke înasanî jê re peyda bibe. Destûrê bidin hevdîtinên parêzer û malbatê re. Derman û dermankirina pêwîst li gorî nexweşiyê hebe. Lê ev giştî di şesxê Rêber Abdullah Ocalan tê binpêkirin. Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî û edaleta mirovî ne.”

Têkildarî tecrîdê Kerîma wiha axivî: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku di dawiyê de dibe sedema kuştina kesê li ser ev sûc hatiye ferzkirin. Her wiha dibe ku bi awayekî neyînî bandor li derûnî tenduristiya girtî bike.”

Kerîma balkişand ser daxwazên jinan ên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Ev yek ji daxwazên me ne ku li welatên xwe û seranserî cîhanê banga wê dikin. Em li dijî girtina her kesekî ne ku ji ber bawerî û ramana xwe tê girtin. Tevahî lihevkirin û peymanên navneteweyî vî tiştî red dikin. Lê li gel pergalên serdest û pergalên ku ji bo tunekirina her ramanekê, ewlehiyê binpê dikin û mirovan digirin, tu helwest nîşan nadin.”

Kerîma destnîşan kir ku ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan, divê nêrîneke giştî ya cîhanî hebe, divê jin xebatên xwe bi rêya rêxistinên jinan û tevahî rêxistinên hiqûqî yên cîhanî yên ku parastina mafên mirovan dikin, kar û xebatê bikin.

Di dawiyê de Kerîma got: “Dema em bigihêjin cîhaneke bê tundî, ne tenê tundiya li ser jinan lê belê li ser tevahî beşên civakê, dema em digihêjin civakeke aştiyane, hevkar e ku berjewendiya gel di ser her tiştî re ye, li ser bingeha hevbeşiyê ava dibe, wê demê jin mafên xwe bi dest dixin. Her mirovek mafê xwe bi dest dixe û aştî li cîhanê serwer dibe.”

 

Back to top button