ManşêtNûçe

​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya me PYD`ê amadekariyên kongreya xwe ya duyemîn dike

Di bin diroşmeya”Bi rêxistinbûn û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina Sûriyeke demokratîk mayînde bikin”, meclisa jinan a partiya me Partiya Yekîtiya Demokratîk amedekariya kongireya xwe ya duyemîn dike.

Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) sala 2018`an di kongreya damizrêner a yekemîn a rêxistinê de ku li bajarê Rimêlanê bi dirûşmeya “Jina azad misogeriya civaka exlaqî û polîtîk e” hatibû lidarxistin, Meclisa Jinan a PYD`ê ava kir. Meclisa Jinan lêvegera îdeolojî, siyasî û rêxistinî ya bilind a jinan tê pejrandin.

Meclisê ji destpêka damizrandina xwe ve bi rêya komîteya perwerdeyê, hewl da xebatên rêxistinî, îdelojî, siyasî û civakî yên jinan li hundirê Sûriyê û derveyî wê bi pêş bixe. Komîteya perwerdeyê ya di kongreya damizrêner de hatibû avakirin  hewl da ku jinan bêş bixe, bi taybet jinên li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin di aliyê îdeolojî û siyasî de zana bike. Her wiha jin bi mafên wan û dozên wan da naskirin û li hemberî hemû rengên tundiya li dijî jinan têkoşiyan û hewl da edaleta civakî û wekheviya her du zayendan pêk bîne û sîstema hevserokatiyê mayînde bike.

YEKKIRINA XEBATÊN JINAN JI BO AVAKIRINA CIVAKEKE DEMOKRATÎK

Meclisê bi armanca yekkirina xebatên jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk bi rêya komîteyên rêxistinî û dîplomatîk peywendî bi hemû jinên civakê re danî û têkiliyên bi jinên li seranserê Kurdistanê û Rojhilata Navîn re xurt kir. Her wiha gavên mezin û serkeftî di hemû aliyan de avêt.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD`ê û endama komîteya amadekar a kongreyê Zehra Semo behsa astengiyên li pêş meclisê kir û wiha got: “Zihniyeta civaka baviksalar û sîstemên desthilatdar siyasetê tenê ji mafê zilaman dibînin û rê nadin jinan. Li aliyekî din li dijî jinên li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Cerablus û Ezazê hemû cureyên tundiyê û tezawizê tên kirin.

Ji lewra em di demên pêş de hewl didin ku peywendiyê bi hemû rêxistinên jinan re deynin û dengê jin û zarokên herêmên dagirkirî bigihînin rêxistinên jinan û qadên navneteweyî.”

Zehra diyar kir ku doza jinan dozeke neteweyî ye û girêdayî gelek dozên siyasî, aborî, civakî û fikrî ye. Her wiha destnîşan kir ku divê ev astengî bên derbaskirin da ku bigihînin rizgariya jinan.

MIJARÊN DI KONGREYÊ DE BÊN NÎQAŞKIRIN

Zehra destnîşan kir ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li seranserê cîhanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê tenê nûnerên partiyê ji her sê herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê beşdar bibin. Her wiha diyar kir ku dê di kongreyê de sûcên li dijî jinan, mijarên girêdayî jinên siyasetmedar û akîtvkirina rolan wan, qonaxên ku gihaştiyê û zehmetiyên ku derbaskirine bên nîqaşkirin û dê plansaziya xebatê meclisê bê danîn.

Zehra eşkere kir ku dê di kongreyê de biryarên girîng ên xizmeta jinan dikin û rola wan aktîvtir dikin, bên girtin da ku pêşerojeke pêşketî ya jinên siyasetmedar li Sûriyê û Rojhilata Navîn bê xêzkirin û rola jinan di nav partiyên siyasî de bê aktîvkirin.

ANHA       

Back to top button