ManşêtNûçe

Kongreya Star bi daxuyaniyê piştgirî da HDP’ê

Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê, li dijî girtina endam û rêveberên HDP’ê ya ji aliyê dewleta tirk ve daxuyaniyek li Qada Jina Azad da.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di çarçoveya lêpirsîna der barê çalakiyên Kobanê yên di navbera 5-8’ê cotmeha 2014’an de pêk hat de hatibûn destpêkirin de, di nav de parlamenterên HDP û endamên MYK’î yên demî jî hene biryara binçavkirina 82 kesî hat dayîn. Di operasyona hat destpêkirin de 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Bertekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya li hember HDP’ê her diçin zêde dibin.Li dijî van kiryaran Rêxistina Kongreya Star, Desteya Jinê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwanan, Meclîsa Kantona Kobanê, navçe, Komîn û Meclîs li qada Jina Azad kombûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

Rewşenê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku DAIŞ serkêşiya dewleta tirk bû û wiha domand: “Wek rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê li warê berxwedanê li cihê Arîn û Rêvanan, li vê derê em piştgiriya xwe ya ji bo HDP’e diyar dikin. Her kes dizane ku di 2014’an de berxwedaneke bê hempa li Kobanê hat kirin û cîhan tev şahidê vê bûyerê bû. Di heman demê de dewleta tirk komên çeteyan perwerde dikirin û derbasî Kobanê dikirin. Erdogan digot ‘Kobanê ket û wê bi keve’. Me dît ku Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û dostên Kurdan destek dan gelê Kobanê û piştgirya xwe ji gel re nîşan dan. Kesên ku cihên xwe di nava şerê Kobanê û berxwedana wê de girtibûn jî piraniya wan Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bûn. Me dît ku Gelê Kurd li Bakur sînorê di navbera Bakur û Rojava de hilweşandin û gotin wê tu hêz vîna gelê Kurd neşkîne. Dewleta tirk cardin piştgiriya xwe ji DAIŞ’ê re diyar dike. DAIŞ a ku serkêşiya dewleta tirk bû, li hemû deverên ku DAIŞ lê maye ew cih ne mumkun bûn ku neyê hilweşandin. Lê dewleta tirk dixwaze car din DAIŞ zindî bike, DAIŞ a ku hewl dida Kobanê dagir bike lê bi saya Arîn, Viyan û jinên berxwedêr Kobanê bi ser ket û DAIŞ bi bin ket.”

Rewşenê herî dawî bi navê jinên Kobanê kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Piştî ku Kobanê rizgar bu şunda êdî gelê herêmê bi hemû pêkhateyan herêmên xwe bi rê ve dibirin û rêxistinkirinên jina hatin avakirin. Îro dewleta tirk li hemberî pêşketinên jinan astengiyan derdixe holê û bi hinceta ku ev endam û rêveberan piştgirya xwe didan gelê Kobanê wan binçav dike. Armanca dewleta tirk têkbirina vîna gelan e. Em kiryarên dewleta tirk ên li ser gelê Bakurê Kurdistanê şermezar dikin, em bi gelê Bakur re dibêjin ku we çawa sînor hilweşandin û piştgirya xwe ji mere dan em ê jî bi dengê xwe û bi berxwedana xwe bi dilê xwe sînoran hilweşînin. Em wek jinên Kobanê û Rojava heya dawiyê li pişt berxwedanê be gelê Bakurê Kurdistanê bin, piştigiriyê bidin wan. Em li vir dibêjin dema ku daxwaz û vîna gela hebin wê azadî û serkeftin jî hebe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê”, “Bijî berxwedana HDP’ê” bi dawî bû.

JINNEWS

Back to top button