ÇalakîManşêt

Rêxistina jinên PYD tundiya li ser jinê şermezar kir  

Rêxistina jinên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li kantona Qamişlo daxuyaniyek nivîskî da bi armanca şermezarikirina tundiya li ser jinan, her wiha daxwaz kir ji rêxistinên jinan ku şîdeta li ser jinê rawestîne, daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî hat dayîn.

daxuyanî wiha ye:

Em weke endamên PYD, di nivîsgeha jinê/ PYD de.

Helwestên ne mirovî yên ku rastî jin tên, bi tundî şermezar dikin.

Em daxwaz ji rêxistinên Mafên Mirovan dikin, ku tedbîran bigrin ji bo parastina pîrozî, rûmet û mafên jinê bikin, ji ber ku rastî kuştin, zindankirin û îşkencekirin( Bedenî û ramanî) îxtîsab û şûbûna zû, em di sersala bîst û yekê dijîn, em dabûnerît û kevneşopiyên kevin ên ku civkê li ser jinê ferz kirine, bi navê rûmetê, ku jin rastî kuştinê kiriye ji hêla feraseta mêranî, çi bav, bira, mêr û kurê wê be. Dengê jinê şoreş e ne kirîtî ye. Em weke endamên tevgera azadî û rêxistina jinê/ PYD bi fikir, raman û felsefeya rêber APO ev felsefeya ku banga azadiya jinê kir û ew kir bingeha avakirina civaka demokratîk, a ku tê de azadî, dadî û wekhevî serdest e, em bangê li hemû sazî û rêxistinên mafên mirova dikin, ên ku piştgiriya tevgera jinê dikin, ku tundiyê di der heqê wê de rawestînin û dana mafên wê. Her wiha em ê bergiriyê di ber hemû jinên cîhanê de bikin.

Nivîsgeha Jinên/ PYD’ê Qamişlo.

     

Back to top button