حوارات

bandora xewna azadiyê ji tirsa mirinê mezintir e

Rola niviskar û rewşenbîrên kurd geleke girînge di demekê de ku rojihilat navîn ber bi kuhertinekê meznve ye û helbet rola kurdan dête serkeye bi bal kêş û bi bandore, luma bare herî mezin dikeve ser milê  nivîskar û rewşenbîran de. bir ku ew bi xwe pêşengên çvaka xwene  û mikanizma guhrtinan ji nêzve dişopînin bi awayekî zaniest û sîstamatîk şoreşa azadiyê û guherînê li pêş dixin .ew xwedî nerînên tewrîne di qadên çivakêde.

 rewşenbîr û rojnemavan û nîfiskar kadir çelîk jî yek ji van kesane û xwedî nasnameyek di vî warî de. Me xwe gihandê û têkilî pêre danî ta em û we wî ji nêzve nasbikin û nerynên wî derbarê vê rewşê de  bigrin û nasbikin û birsivên wî derbrê hin birsên tên ên ku di dama îro de tên kirin bingrin.

Pirsên me ji birêz kadir çelîk ev bûn :

  • wek kesayetek kurd  û xwedî nasnameyek rewşenbîrî Çawa li rewşa civaka kurdî dinê re di demekê de ku kurd li kurdistanê  û hemû aliyên cîhan rabûne ser lingan?

-Berê kurda bi kûveye û çi pêwiste ku ew di vê guhrtina sedsalêyde bibn xwedî stato di nav hemû statoyên ku hene?

-Şoreşa  roj ava dengê  xwe veda li herderê û bi hezar tevlê bûn û destek dan ev tê ci wateyê ?

-Dest werdana tûrkeyê di roj ava û bakûrê sûriyê de heya çi demê wê ber dewam bike, gelo wê rewşa hundirê tûrkiyê tê keve kîjan astêde?

 Lê berya ku em nerîn û bersiva birêz çelîk bigrin ka em wî bi we bidine naskirn:

 kadir çelîk bixwe yek ji kurdên herêma Anatoliya Navîn Di sala 1962 an de ji dayîk bûye.

Ew dibêje :”Li Anatoliya Navîn hejmarek mezin ji kurdan heye û  ji mêjde li wêdeverê dijîn û hê jî bi nirxên xwe yên kurdewar jiyaneke kurdreng didomînin. Kurdên vê heremê berî du sed salî ji derdora Efrîn û Çiyayê Kurmênc hatine li van cîh û waran ma ne.”

Çelîk, Ji bîst saliya xwe de li welatê Swêdê bi cîh bûye û hê jî li wê derê jiyan xwe berdewam dike.

 Çelîk bi xwe xwedî bênûseke nazik û kurdeware  girêdana wî bi helbestê û helbest nivîsê re ji demek e dirêjedey  Gelek sal bi helbestê re mijûle û her wiha di cûrbecûr kanalên televizyonên kurdan de bername çêkirine û xwedî kedeke welat barêze.

 Niha jî ew bi xwe  di kanala Aryen Tv”de bernama ”Helbestgeh”ê amade û pêşkeş dike.

 Em werin li ser nerîn û bersivên çelîk

Bê guman gelê kurd li hemî perçeyên welêt di nav rewşeke awarte de ye. Ji xwe dagirkerên Kurdîstan û çete û terorîsten ew bi ser gelê me de dihêrişînin jî îmha kirin û wêrankarî weke armanc dane ber xwe. Lewma gelê kurd  hemî dem û zemanan di nav berxwedana man û nemanê de ye.  Her çiqas dujmin hewl bide bi hemî derfet û hêza xwe rê li ber pêşketina gelê me bigre jî di rewşa îro de ev ne mimkûn e.

Gelê kurd bi pêşengiya tevgera azadiyê biryar daye ku dawî li rewşa xwe ya bê statû bîne û ji îro û pêve di heremê de xwedî deng û hêz û pergal be

Bê guman berê gelê kurd ber bi jiyaneke azad û demokratîk e. Ji xwe ev çend sal in jî bi taybet li Rojavayê welêt ev têkoşîn û hewldan ber bi çavên hemî dunyê ve bi rê ve diçe.

Gelê me bi pêşengiya gerillayên xwe û her wiha siyaseta rast di pratîkê de nîşan da ku li herêmeke weke rojhilata navîn pergaleke demokratîk bi tevlêbûna hem gel û nasnameyan mîmkûn e. Vê rastiyê him gelên Sûrî him jî hemî herêm û cîhan ji nêz ve û bi kelecaneke mezin dişopîne.

Li hêlekê yên ku dixwazin heremê di nav êgir û xwînê de bixeniqînin li hêla din hêzên ku ji bo pêşerojeke azad û demokratîk li ser navê hemî gelan fedekariyên herî mezin dikin. Em dikarin bê şik û guman bêjin ku îro li Rojava û li bakûrê Surî dîrok ji nuh ve ne bi destên biyanî lê bi destên gelên heremê ji nih ve tê nivîsandin.

Li hêlekê yên ku dixwazin heremekê bi hemî gund û bajaran ji holê rakin û li hêla din hêzên ku jiyanê ji nuh ve diafirînîn hene. Ev rewş hêviyeke mezin dide him temamiya rojhilata navîn û him jî hemî cîhanê.

Di vir de pêwîstiya mezin yekîtiya gelê me ye. Pêwîst e rêxistinên kurd îro dest ji siyaseta di xizmeta dijmin de berdin û vegerîn xeta Kurdîstanî û bi vî rengî dengê û hêz û hebûna xwe ji bo serkeftina gelê me û pêşerojeke azad bi kar bînin.

Şoreşa Rojava weke min di jor de jî anî ziman bi serê xwe dîrokeke nû ye. Gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Şehadetên mezin çêbûn. Lê da´i dawiyê de ji dunyê re hate îsbat kirin ku li Sûrî û li Rojava xeta rast xeta sêyemîn e. Ne deweletên paşverû yên heremê û çeteyên wan, ne jî sîyaseta navnetewê ya berjewendîperest. Lewma em dibînin ji hemî dunyê de, ji gelek welatên keç û xort berê xwe didin Rojava û tevlî refên YPG/YPJ dibin. Her wiha gelê ereb jî pê bawer e ku siyaseta ku li Rojava û li bakûrê Sûrî tê meşandin di nav xwe de yekîtî, aşitî û serkeftina hemî gelan dihewîne.

Lewma dagirkerên Kurdîstanê û dewletên paşverû ji vê rewşê nerehet in û berjewendiyên xwe di berdewamiya kaos û aloziyê de dibînin.

Dewletên dagirker ji pêşveçûnên Rojava nerehet in, Ji xwe siyaseta wan li ser tunekirina gelê me ye. Lewma pêşketinên herî biçûk wan gelek nerehet dikin.

 Bê guman Sûrî ya demokratîk li hesabê Turkiyê û Îranê nayê, Lewma jî ji bo ku pêşî li şoreşa Rojava bigrin çi ji destên wan tê dikin ku şoreşa Rojava li hemî perçên Kurdîstanê weke semboleke pîroz di dil û mêjiyê gelê me de cîhekî mezin girtiye, Ev rastî tirseke mezin dixe dilê dujmin.

 Baş dizanin ku Şoreşa Rojava bi hemî xeml û bedewiya xwe bandoreke mezin li ser gelê me dike û ew rastî dê di pêşerojê de veguhêra destkeftiyên dîrokî ji bo hemî perçeyên Kurdîstanê, Lewma em dibînin di serî de Erdoğan û hemî hevalbendên wî her gav û kêlî li Şoreşa Rojava gefan dixwin û vekirî tînin ziman ku ewê nehêlin kurd li tu deverên cîhanê nebin xwedî statû.

Lewma em dikarin bêjin ku destwerdan û destdirljiya dewleta turk li ser Rojava dê her berdewam be, Lê bi xwe jî dizanin dê nikaribin meşa gelê me ya ber bi azadiyê ve rawestînin.

 Çelîk axavtina  xwe bi vê kotinê bidawîkir ” Ji ber ku gelê kurd dizane ku bandora xewna azadiyê ji tirsa mirinê mezintir e”.

 

زر الذهاب إلى الأعلى