ManşêtNûçe

Yekemîn Kongreya PYD‘ê ya kantona Girê spî hat lidarxistin

Bi dirûşmeya “Bi vîn û rêxistinbûyînê em Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin” Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) YA kantona Girê spî îro 17 tîrmeh ê /2019 kongreya xwe ya yekemîn li Hola (anaş rîf) lidar xist

Kongre bi beşdarbûna 244 delegeyên navçeyê, mêvan ji kesaytên siyasî, şêx û rûsipîn kantonê û herêma firatê   nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên saziyên civaka sivîl, gongra sitar, malbtên şehîda, endamên partiyê hat lidarxistin.

Kongir bi deqeyek rêzkirtin dest pê kir paşre endamên dîwanê hat hatin hilbijartin.

kongir bi axaftina Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Eyşe Hiso  dest pêkir.

Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso bi xêrhatina mêvanan kir û got, kombûna hemû pêkhateyan li vî cihî

hevgirtin û kombûna li derdora sîstema Netewa Demokratîk diyar dike her wiha tevahî şehîdan û bi taybet şehîd Xalid kutê(endamê meçlisa PYD yê ji girê sipî)bi bîr anîn.

Eyşe Hiso got: ji destpêk de dewleta Tirk di xwest seltena  xweyî  Osmanî û desthilatdariya xwe vegerîne we

ke demên xweyî berê.  weke ku em hemû dizanin partiya me PYD  xwe isbat kir li ser hemu qadan û bi taybet qadên siyasî fikrî û çandî li Sûriyê .

Hiso axaftina xwe wiha berdewam: dema berxwdaniya Kobanê de ev xeterî  hat zanîn ji hemû cîhanê derbarê daxuyaniyên Erdogan ku tekez dikir wê Kobanê bikeve , lê belê yekîniyên parestia gel û jin ên ku  berxedanî kirin ev yek fala dirxistin û  Kobanê rizgar kirin ji hemû çeteyên DAIŞ ê.

Eyşe Hiso destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya gelan û ewlehiya herêmê qebûl nake, ji de

stpêka aloziya Sûriyê destwerdanê dike, nakokiyan derdixe da ku jê sûdê bigire.

Hevseroka PYD‘ê diyar kir, bêyî diyalogên navxweyî çareserkirina aloziyê ne mumkin e, divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê

Sûriyeyê jî beşek ji diyalogan be, nabe ku aliyên niştimanî ji danûstandinan bêne dûrxistin.

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Eyşe Hiso  bal kişand ser şoreşa 19 Tîrmehê û ençamên ku gelê herêmê ji şoreşê bidestxistine her wiha rola jinan di şoreşa 19 Tîrmehê de .

Eyşe Hiso got:hedefa dewleta Tirk şikenandina Îradeya me ye lê belê emê xwe biparêzin û şoreşa xwe berdewam bikin.

Di kongreyê de  binavê Malbatên Şehîdan Meha mela û binavê Kongreya Star Sîham mihemed , û Hemîd ALebd binavê rêveberya xwser axivîn û lidarxistina kongrê pîroz kirin û hêviya serkeftinê ji partiyê  rê  xwestin.

Paşê peyamên pîrozbahiya kongre hatin xwendin.

Her wiha rapora siyasî û rêxistinî ya partiyê ya kantonê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve nirxandin hatin kirin.

Her wiha Di dawiya kongrê de dengdan pêk hat û bi piraniya dengan endamên wekî rêveberên meclisa kantonê nû hatin hilbijartin.

Back to top button