ManşêtNûçe

Bi hezaran şêniyên Kobanê bêdengiya civaka navdewletî şermezar kirin

Bertekên ji hêla sûriyan ve yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê û belavkirina hêzên leşkerî li hember Girê Spî û bajarokê Şiyox ê Jêrîn li aliyê rojavayê çemê Firatê, zêde bûn.

Ji saetên sibê de, girseya şêniyan ji gund û bajarokên kantona Kobanê li naverasta bajêr bi pankartên bi nivîsên bangî yekitî û berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk dikin, kom bûn.

Çalakiya protestoyê 2 saetan dom kir û hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto tê de axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirk gihaşt lûtkeya kînê li dijî destkeftiyên gelê Sûriyê bi serkeftinên li dijî terorîzma ku piştevaniya xwe ji dewleta Tirk digirt.

Îto îşaret pê kir ku bêdengiya civaka navdewletî ajoya sereke ya gefên Tirkiyê ye û wiha anî ziman: “Tiştê bi serê kantona Efrînê de di sala borî de hat, ji komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê ye, civaka navdewletî berpirsyara wê ye û divê mezinbûna xetereyên ku ji aliyê destwerdana Tirkiyê û hebûna wê li xaka Sûriyê derkevin, bizane.”

Bi hezaran sûriyan îro berê xwe da gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê da ku protesto bikin û mertalekî mirovî yê redkirina gefên Tirkiyê der barê dijminatiya nû li ser xaka Sûriyê de ava bikin.

Back to top button