Yekemîn konferansa perwerdehiya civaka demokratîk destpê kir
Çalakiyên 1’emîn konferansa Komîteya Perwedehiya Civaka Demokratîk a Kantona Efrîn bi beşdariya 350 mamosteyên zimanê kurdî û ereb ji hemû navçeyên Kantona Efrînê û bajarê Helebê destpê kir.
Konferans li salona çandî ya girêdayî Desteya Çandê di bin dirûşmeya “ zanista azad, perwerdeya azad welatê azad e” tê li dar xistin.
Salona ku konferans lê tê li dar xistin, bi pankartên bi nivîsên “ Bi rihê konferansa civaka demokratîk em berxwedana lehengên YPG’ê û YPJ’ê pîroz dikin, avakirina sîstema perwerdehiya azad misogeriya avakirina netewa demokratîk e” û bi wêneyên tekoşran, tekoşerên zimanê Kurdî û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye, xemlandin.
Konferans bi beşdariya 350 mamosteyên zimanê kurdî û erebî ji Kantona Efrînê û bajarê Helebê, 50 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Seroka Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa, Serokê Desteya Têkiliyên Derve Silêman Cehfer, Seroka Desteya Jinan Fatima Leko, Serokê Desteya Bazirganî û Aborî Ehmed Yûsif, Seroka Desteya Çandê Şîraz Hemo, Seroka Desteya Pewerdeyê Îtan Şêx Îsa, rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Saziyên Civaka Sivîl û YPG’ê hat lidarxistin.
Koferansê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, piştre ji bo rêvebirina konferansê dîwan ku ji 5 kesan pêk tê, hate hilbijartin. Axaftina Destpêkê ya kanferansê ji aliyê Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed ve hat kirin. Çav li rê ye ku piştî axftina Îlham Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Saziyên Civaka Sivîl jî axaftin bên kirin.
Tê zanîn ku wê li gel girtina biryarên girîn derbarê pêşxistina sîtema perwerdehiyê li Kantona Efrînê, dozên perwerde û hîndekariyê yên Kantonê jî werin gotûbêj kirin.
(xê)