CivakNûçe

Li Rojhilata Navîn 13 milyon zarok ji xwendinê mane

Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn zêdetirî 13 mîlyon zarok ango ji sedî 40 zarok ji ber pevçûn û şeran naçin dibistanan.

Rêxistina UNICEF di raporeka ku weşandi de diyar kir ku 13 mîlyon zarok li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqiya ji ber şer û pevçûnan li herêmên naçin dibistanê. Her wiha 34 mîlyon zarok di temenê çûna dibistana ne ji wan sedî 13.4 naçim dibistanan.

Li gorî raporê li Îraqê 3 mîlyon, li Sûriyê 2.4 mîlyon, li Lîbya 2 mîlyon, li Sûdan mîlyonek û li Yemenê 2.9 mîlyon ji ber şer nikarin derbasî dibistana bibin.

Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku li Îraq, Yemen, Lîbya û Sûriyê 8 hezar û 850 dibistan hatin ruxandin û zerar ditîne. Ji ber rewşa şer malbat koçber dibin û li dibistanan jiyan dikin. Her wiha bi hezaran mamoste ji tirsa dest ji karê xwe yê mamosetiyê berdane û gelek malbat ji tirsa ku tişt bi zarokên wan werin naşînin dibistanan.

Li gorî ku di raporê de hatiye xuyakirin 7 sed hezar zarokên Sûriyê ên li dewletên derdorê hatine bi cîhkirin ji ber zehmetiya jiyanê û kêmbûna alavên xwendinê naçin dibistanan.

Rêveberê Herêmî yê UNICEF li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqiya Pîter Selame diyar kir ku gelek zarok bi rewşên şer bandor bûne û wiha got:”Ez nabêjin tenê zerar gihiştine dibistana lê nifşeke mezin ji zarokê  di dibistanan de rewşa wan pisîkolojîk nebaş e.”

Rêxistinê hişyar kir ku ji ber berdewamiya şer pêşeroja nifşeke mezin di metirsiyê de û sîstema fêrkirinê ango zarok berdêla vê yekê dide û wiha hate gotin :” Ji 4’an yekê dibistanan hatiye ruxandin an jî bûye navendeke leşkerî an jî koçber hatin bicîhkirin.”

Selame destnîşankir ku zêdetirî 2 mîlyon zarok ji ber cihek bi ewle tûne neçin dimînin ku zarok naçin xwendinê û hişyar kir ku 446 hezar zarokên din jî wê dest ji xwendinê berdin.

Di raporê de hate nîşandan ku  hejmara koçberên Sûriyê li herêmên derdor nêzî 4  mîlyonan e, piraniya wan li Tirkiyê, Lubnan û Urdun koç bûne,nêzî 7.6 mîlyon jî di hundurê Sûriyê de koçber bûne. Her wiha hate destnîşan kirin ku li Sûriyê 240 hezar kes ji ber şer û pevçûn ji destpêka 15‘ê adara 2011‘an de hatine kuştin.

Li gorî raporê li Îraqê sala 2014‘an nêzî 7 sed hezar hatin kuştin û nêzî 500 birîndar bûne û li Yemenê 1.6 mîlyon zarok neçûne dibistanan, 1.8 milyon zarok xwendina wan hatiye rawestandin. Ji ber girtina 3 hezar û 500 dibistanan û 600 hezar şagirt ji ezmûman mehrûm mane.

(bb/ra) / J. M

 

Back to top button