Nûçe

Îlan bo Sembolek ji êşa penaberên Kurd

Îlan ew zarokê kû li kenarê deryayê li ber pêlan hatî ew bi malbata xwe re li gel Bira û dê bav ji Budrûmê bi Belemekî dixwestin koçî giravên Yonanê bikin, di şeva 2 Êlûnê de ji ber bilindbûna pêlên deryayê Belema wan diqulibe û dû bira û dayîka wan çendîn kesên din di avê de di xeniqin.

Ev wêney û dîmenê zarokê li ber kenarê ji aliyê rojnamevaneka Tirk Nilufer Dermir ve li kendavên derya Sipî nêzîkî bajarê Bodrûma Tirkiyê hatibû girtin.

Zarokê li kenara deriyayê bi navê Îlan û birayê wî Xalib Kurên Abdula û Rîhane ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne ketin tevahiya rojeva cihanê.

Li gorî agahiyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, di sibeha roja 2 Îlonê de, komek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan xelkê Kobanî bûne, bi qaçaxî ji Tirkiyê berê xwe dabûn Girava Kos ya Yunanistanê lê qeyîka wan di deryayê de qulibî bû û di encamê de 12 kes miribûn, ku di nava wan de jinek û 5 zarok hebûne,15 kes jî hatibûn rizgarkirin.

 

Tê gotin ku malbata Îlan jî wekî tevahiya xelkê Kobanî, ji ber êrişa rêxistina DAIŞê di sala borî de, koçberî Bakurê Kurdistanê bibû û ji bo jiyaneke xweştir û siberojeke bedewtir, biryar dabû tevlî karwanê koçberiya ber bi Ewropayê ve bibe, lê pêlên deryayê rê nedan Îlan û malbata wî bigihên Ewropa û jiyaneke xweştir û aramtir bijîn.

Dengvedana mirina Îlan, ne tenê li ser torên civakî lê di medya cîhanî de jî pir deng vedaye û di navdartirîn rojname û dezgehên ragihandina cîhanî de jî Îlan bûye manşêt û nûçeya herî pêş.

Rojnameya ÎNDEPÊNDÊNT di manşêta xwe de gotiye: “Ger ku wêneya vî zarokê xeniqî nikaribe biryara Yekîtiya Ewropa biguhere, ma wê çi bikaribe wê biryarê biguhere…”

 

Rojnameya GUARDIAN di manşete xwe de ‘Rastiya zilm û krîza koçberên li Ewrupayê şok dike’ bi kar anî. Edîtorê siyasetê Patrick Wintour, Serokwezîr Cameron bi dilhişkî binavkir.

Rojnameya TIMES jî bi manşeta ‘Evrupa Perçebû’ derkete pêşberî xwendevanên xwe û cih da gotinên Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi û Wezîrê derve yê Fransayê Manuel Valls ku rexne li welatên Evrupî ku koçberan qebûlnakin kirin.

Li gorî zaniyariyên ji nêzîkî malbata Îlan kû bi biryarin di van 48 demjimêran de, ji Nexweşxaneya Bodrûmê termê Îlan, Xalib û dayîka wan Rîhane bibin bajarê Kobanê û bi dêrendazekî bispêrin axê.

Ajans / J. M

 

Back to top button