ManşêtNûçe

YE dê îro kiryarên hikumeta Tirk nîqaş bike

Tê payîn ku serokên welat û hikumetên Yekitiya Ewropayê di civîna xwe ya îro de gelek mijaran û di nav de têkiliyên bi Tirkiyê re û şantajên wê li derve û bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û Rojhilata Navîn, nîqaş bikin. Civîn dê du rojan bidome.

Her wiha dê rewşa siyasî ya hundirîn a Tirkiyê piştî hefteyek zehmet ku tê de doz ji bo girtina partiyên muxalîf (HDP) hatin vekirin û ji peymana têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan vekişîn, bên nîqaşkirin.

Li gorî rojnameyeke almanî, YE siyaseteke dualî li hemberî Tirkiyê dimeşîne, ji aliyekî ve nîşaneyên ferzkirina cezayan dide, ji aliyê din ve hewl dide diyalogan bi pêş xe, lê belê dibe ku bandorên ters bi xwe re bîne.

Rojnameya almanî bang li YE`yê kir ku xwedî helwesteke diyar û çarenûsî be û sînorekî ji binpêkirinên hundirîn ên rejîma Tirkiyê û şantajên wê yên li derve re deyne.

Di civînê de dê nûnerê kar û barên derve yê YE`yê Josep Borrell raporeke giştî li ser têkiliyên siyasî û aborî yên Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê re pêşkêş bike.

Beriya civînê bi rojekê, rêxistina Human Rights Watch a navneteweyî hikumeta Tirk bi êrişa li diîj mafên mirovan tawanbar kir û bang li YE`yê kir ku tedbîran li dijî Enqereyê bigire.

ANHA

Back to top button