ManşêtNûçe

Domandina hewildanên Tirkiyeyê di operasyona guhertina demografîk

Çavkaniyên ji Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ji herêma Efrînê ya ku ji hêla Tirkiyeyê û çeteyên wê hatiye dagirkirin, hewildanên domdar ên Îtîlafa Sûrî bi daxwaza dagirkeriya Tirkî raghand, ji bo misogeriya piştgiriya Ewropî bi armanca avakirina pirojeyên avahîsaziyê û bazirganiyê li herêma Efrînê piştî koçberkirina şêniyên wê, ji bo tekez kirina operasyona guhertina demografîk.

Li gorî çavdêriyê Îtîlaf armanc dike ku penaberên Sûrî yên li Tirkiya vegerîne Efrînê û wan li şûna şêniyên wê yên resen bi cih bike.

Li gorî çavdêriyê hewldanên Îtîlafê bi kişandina piştgiriyên Eworpî li aliyê xwe heta vê demê têk çûye.

Dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê di salên borî de kar kirin li ser pêkanîna çend tedbîran yên armanc dike ku nasnameya herêmên Sûrî yên dagirkirî bighurîne mîna Cerablus, Bab, Îzaz, Efrîn, Serêkaniy û Girê Spî.

Piştî demografiya van herêman guherand di riya koçberkirina şêniyên wê yî resen û bicihkirina bi hezaran ji çeteyan û malbatên wan bi taybet Tirkman, wekî din hildana alên Tirkiyeyê, ferzkirina lîreya Tirkî li şûna lîreya Sûrî, her wiha nasnameyên kesayetî der xist.

Back to top button