ManşêtNûçe

HRW: Erdogan mafê Kurd û çendîn pêkhateyên din bin pê kiriye

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Cîhanê (HRW) di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku hikumeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya Erdogan mafê çendîn kom û pêkhateyên cuda yên li Tirkiyeyê bin pê kiriye.

Li gorî rojnameya Rojnews, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora ya herî dawî de îşaret bi hewldanên Erdogan û dadgeha Tirkiyeyê ya ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û batalkirina mafê wekîltiyê ya wekîlên HDP’ê dike kiriye.

HRW di rapora xwe de dibîje: Guhertinên dawî yên li Tirkiyeyê piraniya tundî û binpêkirinên çêbûnî li dijî Kurd, muxalefet, jin û çalakvanên demokrasî û mafê mirovan bûye.”

HRW’ê her wiha behsa betalkirina mafê parlementeriya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû dike ku hefteya bihorî ji aliyê parlementoya Tirkiyeyê ve bi piraniya dengên AKP û MHP’ê hatibû erêkirin û wiha dewam dike, “Ew gava Tirkiyeyê kir ku Gergerlîoglû bibe yek ji wan hezaran qurbaniyên ji ber binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê.”

Rêxistinê wiha di rapora xwe de got: “Hewldanê Erdogan yê ji bo girtina HDP’ê mafê bi milyonan Kurdê wî welatî kiriye armanc û di nava 30 salên bihorî de Tirkiyeyê 5 partiyên nêzî Kurdan girtiye û dadgeha wê 687 kes ceza kirine ku piraniya wan endam yan parlementerên wan partiyan bûn.”

HRW’ê di beşek din a rapora xwe de îşaret bi pîrozbahiya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê kiriye: “Di rojên 20 û 21’ê Adarê de Kurd û hilbijêrên HDP’ê pîrozbahiya sala nû ya Kurdî (Newroz) kirin û nerazîbûna xwe li dijî binpêkirinên li Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan û HDP’ê nîşan daye, lê hikumeta Tirkiyeyê dest bi lêkolîna endam û pêşengên HDP’ê ya ji ber tevlîbûn û axaftinên wan a di pîrozbahiyê de kirinî kiriye.”

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan her wiha dibêje, “Hikumeta Erdogan daxwaza dadgeha Ewropayê ya ji bo mafê mirovan jî binpê kiriye ku daxwazkiribûn pêşengê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û çalakvanê mafê mirovan yê li Tirkiyeyê Osman Kavala azad bike.”

Li gorî raporê ji bilî Kurd û HDP’ê hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê jin, Hevzayenxwaz û çalakvanên demokrasiyê bûne qurbaniyê binpêkirinên mafê mirovan û rê û resmên demokrasiyê. HRW wiha rapora xwe domandiye, “Berpirsên hikumetê bi rengekî eşkere axaftin û daxuyaniyan li dijî hevzayendxwazan didin, gel jî ji ber berzkirina ala wê komê tên destgîrkirin, ew yek ji bilî destgîrkirin û tirsandina parêzerên mafê mirov û çalakvanên civaka sivîl tên kirin in.”

HRW di dawiya rapora xwe de bang li Yekîtiya Ewropayê dike ku di dema civîna xwe ya rojên 25 û 26’ê vê mehê têkiliyên xwe ya bi Tirkiyeyê re li berçavan re derbas bikin, bi rengekî eşkere rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê vebêjin û wê wek hêcet bigrin dest, her wiha dikare Tirkiyeyê neçar bikin dawî li êrîşên xwe yên li ser muxalefetê û binpêkirinên dijî mafê mirov bîne.

Back to top button