Çand û HûnerCivakHemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

UNESCO: “Newroz” Cejna Muralê ya herî kevna Cîhanêye 

Îro di biryareke UNESCO de kû li ser malpera xwe ya fermî belav kirine de, tekez dike kû Cejna Newrozê kû Kurd weke Cejna xwe ya Netewî dibînin weke Cejna herî Kevnar ya Mural a Cîhanê da nasîn.

Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di derbarê Newrozê de biryar da û ew wek ‘kevneşopiya manewî ya herî kevn a cîhanê’ binav kir.

Di wê biryarnameyê de, bi çendîn belge û dekomentên ji gelek welatên Rojahilat hatîn berhevkirin weşandine û weke Roja Sersala nû û Cejna Bûharê ji aliyê gelek netewan ve tê pîroz kirin. Ji bo Cejna Newroz a ku Kurd jî di nav de ji aliyê gelek netewan ve wek cejna netewî tê pîroz kirin, Îranê berê serî li UNESCOyê dabû. UNESCOyê jî îro di derbarê newrozê de biryara xwe diyar kir û ew wek ‘kevneşopiya manewî ya herî kevn a cîhanê’ qebûl kir. Desteya Giştî ya NY jî di sala 2010a de Newroz a ku ev zêdetirî 3 hezar salan e tê pîroz kirin, wek ‘Cejna Cîhanê’ ragihandibû. Newroz li Asya û Rojhilata Navînê di 21ê Adara her salê de ji aliyê gelek netewan ve wek destpêka biharê tê pîroz kirin. Newroz ji aliyê Kurdan ve wek Cejna Neteweî tê pîroz kirin.

Di roja şeva Newrozê de li aliyê Nîvgera Bakûrê Cîhanê ve dibe despêka roja Bûharê û di heman rojê de li Nîvgera Başûrê Cîhanê de dibe Roja despêka Payîzê. Di roja Newrozê de kû dikeve 21. Hevyva sêhemîn li gorî dema Zayîna Îsa û Roja Yekemîn ji sala Nû ya Kurdî re Roj û Şev dibin weke hev yanî dirêjiya Rojê tam dibe 12 demjimêr û ya Şevê jî dibe 12 demjimêr. û Ji Roja yekê ya sala Kurdî ve kû dibe 21 Adarê Roj jê û şûnde dirêj dibin.

Ligel cejna kurdan Newrozê 4 tiştên din jî li Lîsteya Mîrateya Çandê ya UNESCO’yê hatin zêdekirin.

UNESCO ji bo parastina mîrateyên kevnare her lîsteya xwe ya Mîrateya Çandê nû dike. Welat û saziyên sivîl dema bawer dikin ku ew tiştek kevnare ye, hêjaye di nav lîsteyê de cih bigire serî li UNESCO’yê didin û UNESCO jî di encama nirxandina de biryarê dide. UNESCO’yê di 30’ê sermaweza 2016’an de lîste nû kir û 5 tiştên nû girtin nava lîsteyê.

Newroz kû bi hezaran salan e ji aliyê kurdan, îraniyan û hin gelên li Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin. Kurd wekî cejna vejînê pîroz dikin. Niha UNESCO’yê Newroz wekî çandek kevnare girt nav Lîsteya Mîrateya Çandê.

Wekî din jî çar babetên din li gel Newrozê ketin lîsteya UNESCO:

SALNAMEYA ÇÎNÊ

Li Çînê salnameyek taybet heye. Ev salname li gor rewşa rojê 365 rojan li 24 beşan vediqetîne. Ev salnameya Çînê ket nava lîsteya UNESCO’yê. Ev salnameya ku dîroka wê heta Berî Zayînê 206 salan diçe, li Çînê hê rojên cejnan li gor vê tê hesabkirin.

BÎRA

Li Belçîkayê bîra navdar e, ew wekî çandek tê çêkirin, vexwarin. Bîraya Belçîkayê û çanda bîrayê êdî di nav lîsteyê de ye. Li vê welatê biçûk nêzî 200 hilberînerên bîrayê hene; bi temamî 1500 cureyên bîrayê hene. Niha ew jî wekî çandek ket nava lîsteyê.

FESTÎVAL

Wekî Newrozê li Bangladeşê jî çandek, yan jî cejnek heye ku her tê pîrozkirin. Navê wê jî “Festîvala Mangal Shobhajatra” ye û bi awayekî kevneşopî tê pîrozkirin. UNESCO’yê ev festîval jî girt nav lîsteyê.

MUZÎKA RÎMBA Û DANSA WÊ

Muzîka Rîmba û Dansa wê ku taybet aîdê Kubayê ye, taybet e.

Ev dansek ku dansek zehmet e wekî kokê xwe dansek Afrîkayê ye, UNESCO’yê ev jî girt nav lîsteyê.

 

C. Mirzal

Back to top button