ManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Rêveberiya Rojava: Em piştigirya Minbic û Şehbayê dikin

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a hersê Kantonên Rojava û Minbicê da zanîn ku ew di hemû aliyan de li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker piştgiriya Melcîsên Leşkerî û Sivîl ên Minbicê dikin.

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demorkaîtk a hersê Kantonên Rojava (Cizîr, Efîrn û Kobanê) û Minbicê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên rojavayê Minbicê û herêmên Şehbayê, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi beşdariya Endamên Rêveberiya Xweser ên Kantonên ′Cizîr, Kobanê û Efrîn′ û Girê Spî, ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê ve, hat xwendin.

Di daxuyaniya Koordînasyonê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Minbicê û herêmên Şehbayê hatin şermezarkirin û berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSDʹê hate silavkirin, her wiha hate gotin ku heta hemû xaka herêmê ji Tirkiyê û çeteyê wê bê rizgarkirin, dê piştgiriya bi Melcîsa Sivîl a Minbicê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî Minbic ji çeteyên DAIŞʹê hate rizgarkirin û heta niha Artêşa Tirk êrîşan li dijî gelê Bakruê Sûriyê dide meşandin û wiha hate doandin: ʺEv yek isbata ku dewleta Tirk hevkara serke ya DAIŞʹê ye, bi êrîşên xwe tola têkçûna hevkara xwe DAIŞʹê radike. Dewleta Tirk û ji destpêka şoreşa Sûriyê di gelek riyan re û bi taybet piştgiriya hêzên terorist hewl da ku pîlanên xwe yên dagerkeriyê di Sûriyê de bide meşandin. Hemû pîlanên wan bi komên wekî DAIŞʹê û Cebhet El-Nusr re têk çûn. Ji ber vê yekê Dewleta Faşist a Tirkiyê bi xwe desrtwerdan kir û xaka Sûriyê dagir ker. Bi vê yekê êdî niyetên Tikriyê eşkere bûn.ʺ

Koordînasyonê di herdewama daxuyaniya xwe de da zanî ku Dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe di nava hewldanan de ye ku tiştên berê winda kiriye ku niha pêk bîne û wiha domand: ʺEw dixwazin SÛriyê bikin herêmeke xwe. Ji bo vê yekê pêk bîne, niha dixwaze ji aloziya Sûriyê sûd werbigire. Wekî çawa berê Lîwi Ikenderon bi ser xwe ve kir niha jî dixwaze xka Bakurê Sûriyê biser xwe veke. Ev yek jî tê wateya ku yekbûna xaka Sûriyê hedef digirin. Bi vê yekê dixwazin tiştên di şerê cîhanê yê yekem û duyem de windakirine careke din bi dest bixin. Ew dixwazin Heleb, Mûsil û Kerkûkê bi ser xwe vekin û Mîsaqa Milê ya dewleta Tirk pêk bînin.ʺ

ʹTirkiyê tevliheviyê di nav pêkhetyan de derdixeʹ

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji bo armancên xwe pêk bîne tevliheviyên mezhebî û netewî di nava pêkheteyan de derdixe û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: ʺJi bo vê yekê êrîşan pêk tîne. Êrîşa hikûmeta Erdogan a di Sûriyê de êrîşa li ser gelê me û hêzên demokratîk e. Dagikerina wan ji xaka Sûriyê re ne ya demekî ye, lê belê ew dixwazin tevahiya xaka Sûriyê her dem dagir bikin, bela tevahiya gelê Sûriyê vê yekê bizanin.ʺ

Di daxuyaniyê de berxwedana Kobanê jî hate bîranîn û wiha hate domandin: ʺErdogan hêvî dikin ku Kobanê bikeve û wiha armancên xwe pêk bîne. Lê hêviyên wî li wir têk çûn. Niha jî em soz didin Şehîdên xwe yên ji bo rizgarkirina Minbicê canê xwe feda kirin û parstina gelê herêmên Şehbayê kirin ku em ê heta dawî dilszoyên wan bin. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku em ê li kêleke Meclîsa Leşkerî û ya Sivîl ên Mibicê bisekin û di hemû aliyan de piştigirya wan bikin. Em nayên zexetên Tirkiyê û êrîşên wê. Lê belê emê berxwedana xwe di hemû astan de bilind bikin û em ê pîlanên Tirkiyê yên dagerkeriya herêmê têk bibin. Em careke din soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku em ê heta dawî berxwedana xwe bidomînin da ku Minbic jî wekî Kobanê bibe sembola biratiya gelan û jiyana hevbeş a Sûriyê.ʺ

Kordînasyona sê kantonên Rojava bang li gelê herêmê kir ku bi rihê Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla û tekoşer Arîm Mîrkan li ber xwe bidin û parstina rumeta xwe bikn û bersiva êrîşên hovane yên Dewleta Tirk ku zarok û jinan hedef digirin bikin.ʺ

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hêzên navdewletî hate kirin ku helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk û kiryaêrn wê yên dij mirovahiyê derkevin da ku dawî li êrîşên deleta Tirk û çeteyên wê were û wiha hate gotin: ʺEm bang li Netewyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku yekser destwerdanê bikin da ku binpêkirina Tirkiyê ji qanên navdeweletî  û pîvanên mafê mirovan bi dawî bibin.ʺ

Back to top button