CivakHemerengManşêtNûçeyên Lezgîn

“Keça xwe da bi Turekî Nan”

Koçberekê ji taxên rojhilatê Helebê kiryarên çeteyên koalîsyonê yên derheqê sivîlan vegot û diyar kir ku zilamekî ji taxa Bustan Paşa keça xwe bi torbeyek nan da çeteyên Koalîsyonê.heleb-bav-keca-xwe-ber-torek-nan-da-1

Rewşa şêniyên taxên rohjilatê bajarê Helebê pir dijware, ew di nava dorpêç û kiryarên hovane yên çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê de dijîn. Li aliyê din jî hêzên rêjîmê taxên wan topbaran dikin. Ji ber wê rewşê jiyana welatiyan gelek dijwar bû ye û veguheriye dojgehê. Her malbatekê ku ji taxên rojhilat koçber bûne û xwe gihandina Şêxmeqsûd êşeke mezin jiyan kirine. Şervanê YPGʹê welatiyan li deverên bi ewle bi cih dikin.

Jineke koçber ji taxa Bustan Paşa ya rojhilatê Helebê ku ne xwest navê xwe eşkere bike got ku wan gelek zehmetî ji destê komên çete yên Koalîsyona Niştimanî kişandine  û ev tişt anî ziman: ʺGelê Sûriyê gelek zehmetî ji destê çeteyan kişand. Di taxa me de çeteyên koalîsyonê carekê tureke nan dan kesekî. Beranberî wî turê nak keça wî jê standin. Ji bo 4 zarokên xwe bi nan bike, keça xwe da çeteyan. Ev yek ji kiryarên çeteyane. ʺ

Jina koçber her wiha destnîşan kir ku çete madeyên jiyanî depo kirine û nadin welatiyan û wiha dom kir: ʺEv tiştekî weke xeyale ku paketek çuxere bi 150 hezar L.s bê firotin, 1 Kg şekir bi 11 hezar L.s û litrek mazot bi 150 hezar lîreyan be difrotin welatiyan. Di depoyên wan de gelek made depo kirin.ʺ

Welatiya koçber bi êş wiha got: ʺGelê Sûriyê pir rezîl dikirin û zordarî li ser wan dimeşandin. Ev kiryarên ku çeteyan li dijî welatiyan dikirin nayê qebûlkirin.ʺ

Jina koçber ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku alîkariyê bidin welatiyên Sûriyê û erka xwe ya mirovî pêk bînin.

C. M

Back to top button