NUÇEYÊN ROJANE | Îlon23-9-2015 |
SERNUÇE
AJANS
PYD’ê encamnameya 6’emîn kongreya xwe ragihand
Pentagon: Serfermandarê DAIŞ’ê El-Turkmanî hat kuştin
Ewrupayê têra xwe bir paşê sînor girtin
Îran: 110 kurdan îdam dike
Mamosteyê olî: Êrîşa li ser şehîdgehan terore
Rûsya pilaneke nû li dijî DAIŞ eşkere kir
ROJNAME
John Kirby:YPG’ê ne terorîst e
Polîsên Tirk bi bomban êrişî Farqînê dikin
6 DAIŞ`î li Şengal`ê hatine kuştin
AJANS
PYD’ê encamnameya 6’emîn kongreya xwe ragihand
ANHA
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ku 20 û 21’ê îlonê 6’emîn kongreya xwe lidar xist, bi daxuyaniyekê encamnameya kongreya xwe ragihand têde tê gotin ku dê amadekariyên lidarxistina kongreyeke hêzên opozîsyona Sûriye li Rojava bikin
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 20 û 21’ê îlonê de li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê 6’emîn kongreya xwe lidar xist û têde 273 delegeyên partiyê ku nûnertiya rêxistinên wê yên hundir û derve dikin, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û 300 mêhvanên ji partiyên Kurdî, Kurdistanî û Ewrûpî amadebûn
PYD’ê encamnameya kongreya bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihandin. Daxuyanî wiha ye
Partiya me di 20 û 21’ê îlonê de li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê 6’emîn kongreya xwe lidar xist û têde 273 delegeyên partiyê ku nûnertiya rêxistinên wê yên hundir û derve dikin, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û zêdetirî 300 mêhvanên ji partiyên Kurdî, Kurdistanî û Ewrûpî û kesayetên serbixwe amadebûn. Bi dehan partî, rêxistinên Kurdî Erebî, Suryanî, Asûrî, Sûrî, Kurdistanî, Navnetewî û kesayetên çalakvan ên siyasî, civakî çandî kongreya me pîroz kirin û hevgirtina xwe bi tekoşîna ku partiya me di vê qonaxê de dimeşîne, anîn ziman
Kongreya me ya 6’emîn veguhezî festîvala demokrasiyê, têde nerînên cuda cuda yên partiyên Rojava, parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê kom bûn. Ev yek jî ji bo me şehnaziyê ye, her kesî diyar kir ku ew li gel tekoşîna partiya ya bi hevkariya hemû pêkhateyên herêmê ye disekinin û destekê didin me
Di roja yekemîn a kongreyê de (20’ê îlonê) piştî ku rapora siyasî ya hevserokartiya partiyê hate xwendin, mêhvan axivîn û peyamên pîrozkirinê yên hatine şandin, hatin xwendin Kongre du rojan li pey hev dewam kir. Di van rojan de raporên siyasî û rêxistinî yên rêxistinên partiyê hatin xwendin û nirxandin. Careke din bernameya partiyê ya siyasî û rêziknameya wê di ber çavan re hate derbaskirin, guhertinên pêwîst ji aliyê komîteya amadekar a kongre hatin kirin
Di nirxandinên siyasî yên di asta cîhanê, herêmê û hundir de hatin kirin hate xuyakirin ku li Rojhilata Navîn sîstema global a cîhanê şerekî germ û yê hemû bi xwîn ve diçe. Ev şer di bin bandora siyaset û berjewendiyên herêmî veguheziye şerekî qirêj ku têde hemû alav û şêwazên li dijî rêpîvanên mirovahiyê tên bikaranîn. Di aliyê raberî û şênberî de ev yek xeteriyeke mezin li nirxên mirovahî, kultûrî û çandî de çêdike. Vê yekê hişt ku hemû hêzên demokratîk ên parastina rûmet û nirxên mirovahiyê dikin, li rex hev bisekinin û di xendekekê li hemberî hêzên tarî bisekinin. Armanc ji vê hevgirtinê ew e ku nirxên mane ji qêrijiya vê nexweşiya ku bûye xeteriyeke mezin li hebûna mirovahiyê, biparêzin. Kesên di kongre de amade bûne xuya kirin ku ji bo dewamkirina tekoşîna dawîlêanîna vê nexweşiyê ew bi îsrar û vîneke xurt in Her wiha diyar kirin ku rêya partiya ji xwe esas digre rêya herî rast e û pêwîst e bêhtir di vî aliyî de kûr û mezin bibe da ku rêbaz û alavên wê yên çareserkirina aloziya Sûriye ku şoreşa rûmetê ji xeta xwe ya demokrasiyê derketiye û Rojhilata Navîn têre derbas dibin, têrê bikin Gelek beşên civaka Sûriye dibînin ku partî nûnertiya daxwaz û hêviyên wan ên siyasî di pêşeroja Sûriye de dike, ji ber vê yekê divê bingeha partiyê ya gelerî berfirehtir bibe û hemû beşên civaka Sûriye di nava xwe de bigre
Kesên ku rewşa siyasî di kongre de nirxandin, xebatên siyasî û dîplomatîk ên partiyê di nav de tevlîbûna wê di nava sosyalîzma navnetewî, erênî dîtin. Lê ev xebat di dewam bike û bi hêztir were meşandin da ku hemû pêdiviyên rewşê ku têde şerekî germ û çarnûsî tên kirin pêk bîne. Her wiha rêzdariya îradeya navnetewî ku di daxuyaniya serokatiya Encûmena Ewlehiyê ya Navnetewî ya têkildarî xebatên çareserkirina siyasî li Sûriye yên Şandeyê Navnetewî Staffan de Mistura helwesteke di cih de ye û dibe ku bêhtir were dewlemendkirin Her wiha dewamiya hebûna partiyê di nava Heyet El-Tensîq tevî cudahiyên hin nerînên derbarê doza Kurd de ku em hewl didin wan jî rakin, gaveke erênî ye. Dewamkirina danûstandinan bi aliyên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriye û bi taybet aliyên nêzî projeya çareseriyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşniyar kiriye ku têde daxwaza avakirina meclîsa sûriye ya demokratîk tê kirin
Di nirxandinan de siyaseta partiyê ya têkildarî piştgiriya di aiyê siyasî û manewî de ji YPG YPJ û saziyên Rêveberiya Xweser ên Rojava re ku esad digre baş hate dîtin. Her wiha siyaseta partiyê di ailyê têkiliyên Kurdî-Kurdî yên hundirîn erênî hate nixandin û pêwîstiya pêşxistina van têkiliyan hate ziman. Li gel vê yekê ji partiyê tê xwestin ku roleke aktîf di pêşxistina têkiliyên bi hêzên Kurdistanî re, bilîze da ku kongreya Netewî ya Kurdî were lidarxistin û bibe lêvegereke Kurdistanî ya her 4 parçeyên Kurdistanê. Di nirxandinan de beşdarbûna nûnerên hêzên Kurdistanî di kongreya me de, hate slavkirin û ev yek wekî gaveke erênî di rêya civandina Kongreya Netewî ya Kurd de binav kirin
Di kongre de biryar hate girtin ku ji bo kongreyeke hêzên opozîsyona Sûriye yê ku bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriye li Rojava were lidarxistin, divê xebat werin meşandin. Têkilî bi hemû aliyên Kurdî li Sûriye û li parçeyên din ên Kurdistanê werin danîn Her wiha ji bo xebatên rêlibergirtina koçberiya ji Kurdistanê ku xeteriyeke mezin li ser hebûna pêkhateyên Mozopotamya çêdike, hin biryar hatin girtin. Kesên di kongre de amade bûn dîtin ku ev koçber siyaseteke plankirî ye û ji aliyê hêzên ku nikarîbûn bi şer demografiya herêmê bidin guhertin, tê meşandin
Di dawiyê de piraniya endamên kongre hevala me Asya Ebdulah û hevalê me Salih Muslim wekî hevserokên partiyê ji bo dewreyeke nû hilbijartin. Her wiha 37 endmaên kongre (16 ji wan jin in 43%) ji bo meclîsa partiyê hatin hilbijartin
Hevserokên partiyê, endamên meclîsa partiyê û endamên kongre soz dan ku rêya tekoşîna xwe dewam bikin û hertim şehîdên keç û xort ên pêkhateyên Rojava ji xwe re esas bigrin da ku armancên van şehîdan dixwest, pêk bînin
Pentagon: Serfermandarê DAIŞ’ê El-Turkmanî hat kuştin
ANHA
Pentagon ragihand ku li navçeya Til Efer a Iraqê emîrê ku rêveberiya DAIŞ’ê dikir Ebû Bekir El-Turkmanî, hate kuştin
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hêzên Koalîsyona Navnetewî li Iraqê êrîşeke hewayî pêk anîne û di encamê de serfermandarê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Bekir El-Turkmanî hatiye kuştin
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook ji dezgehên çepemeniyê re got ku Ebû Bekir El-Turkmanî li navçeya Til Efer a li bakûrî Iraqê di êrîşeke balafirên koalîsyonê de hatiye kuştin
Peter Cook diyar kir ku El-Turkmanî wekî emîekî mezin rêveberiya DAIŞ’ê dikir û alîarê serfermandarên mezin ên DAIŞ’ê bû, beriya ku tevlî refên DAIŞ’ê bibe endamê rêxistina El-Qaîde bû
Cook destnîşan kir ku nêzî bajarê Helebê yê Sûriye di êrîşeke hewayî ya koalîsyonê de çeteyê DAIŞ’ê yê fransî David Drojon hatiye kuştin
Li gorî Cook, Drojon beriya niha di nava komeke çete ya bi navê Rêxistina Xurasan de bû, vê rêxistinê hewl dida ku di nava dewletên rojava de êrîşan pêk bîne. Drojon yek ji kesên pispor di warê mayîn û bombeyan de bû. Wî bi xwe perwerdeya bombeyan daye gelek çeteyan
Ewrupayê têra xwe bir paşê sînor girtin
ANHA
KOBANÊ – Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Kobanê Şervan Muslim got Hemû dewletên Ewrûpayê ku piştgiriya koçberiyê dikirin û koçber pêşwazî dikirin, niha êdî derbasbûna wan qedexe kirine û sînorên xwe li pêşiya wan girtine
Derbarê koçberiyê, sedemên wê û encamên neyînî ku bi xwe tîne, Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Kobanê Şervan Muslim ji ANHA’yê re axivî
Muslim got ku dewletên Ewrûpayê têra xwe koçber birin gel xwe û di aliyê siyasî û aborî de armancên xwe pêk anîn, paşê jî derbasbûna koçberan qedexe kirin
Koça ber bi Ewrûpayê ve
Şervan Muslim bal kişand ser sedemên pêla koçberiyê û diyar kir ku dewletên Ewrûpayê rêya koçberiyê li pêşiya welatiyan vekirin, koçberî hêsan kirin, sînorên xwe vekirin, biryarên pêwazîkirina wan derxistin, pêdiviyên jiyanî ji wan re peyda kirinLi gorî axaftina Şervan Muslim, pêla koçberiyê ya mezin a ber bi Ewrûpayê ve, tevlîheviyeke mezin di hundirê civaka Ewrûpî û hikûmetan de derxist û niha jî gelek dewletên ku bi xwe rê piştgiriya koçberiyê dikirin, sînorên xwe li pêşiya koçberan girtine. Her wiha hewl didin ku koçberî bidin sekinandin. Li Almanya, Hingarya, Kanada, Mekdonya karker pir kêm bûne, wan hejmarên koçberan ku dihate xwestin rakirin, wan wekî made ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û aborî di bazaran de bikar tînin
Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî Şervan Muslim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyer şewitandina kampeke ku ji bo koçberiyê Sûriye li Almanya dihate amadekirin û got: “Bûyera şewatê ket rojeva çapemeniya Ewrûpayê, ji ber tevlîheviya ku di hundirê Almanyayê de piştî pêla koçberiyê, derketiye, ev kamp hate şewitandin
Muslim bûyera şewitandina stadgeha werzîşê ku ew jî li Almana ji bo pêşwazîkirina koçberên Sûriye dihate amadekirin, anî ziman û got: “Piştî pêla koçberiyê ya ber bi Almanyayê ve û piştî ku pirsgirêk di nava civaka Almanyayê bi xwe de derketin, komeke ne diyar li Ban Drivern stadgeha werzîşê şewitand
Muslim diyar kir ku piştî vê bûyerê serokatiya Ban Drivern biryar standin ku êdî koçberan pêşwazî nekin û da zanîn li vê herêmê 600 koçberên Sûriye hatin bicihkirin
Li aliyekî din Parlementerê Partiya Yekîtiya Civaka Xiristiyan li Almanyayê girêdayî mijarê wiha gotibû: “Kesên ku tu xeterî li ser wan tune be, bila yekser ji Almanyayê derkeveMuslim bûyera şewitandina stadgeha werzîşê yek ji rêya ku Almanya dixwaze pê nameyekê bigihîne koçberan û ji wan re bibêje “êdî neyên vir” binav kir. Muslim anî ziman ku Almanya gihişt tişta ku dixwaze, paşê serokatiya hikûmeta wê ragihand ku nema koçberan pêşwazî dike
Di dawiya axaftina xwe de Şervan Muslim bang li hemû kesên ku dixwazin koçber bibin, kir ku careke din li derdora xwe binerin, van siyasetên qirêj ku di derheqê wan de tên kirin nas bikin û li gorî wan tev negerin. Muslim got: “Hemû dewletên ku piştigiriya koçberiyê dikirin, niha biryaran derdixin ku êdî tu koçberan qebûl nekin, wan têra xwe koçber birin gel xwe, wan wekî madeyekê wekî karker li gel xwe bikar tînin da ku armancên xwe yên siyasî û aborî bicih bînin
Îran: 110 kurdan îdam dike
Sputniknews
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dadgeha Komara Îslamî ya Îranê biryareke sosret di derbarê 110 girtiyên kurd de derxist
Hat zanîn, ku dadgeha Îranê li bajarê Sine bi tohmetên cuda yên wek karên siyasî, dijatî ligel xwedê, kuştin, bikaranîna madeyên hişber, hilgirtin û wergirtina madeyên hişber cezayên îdamê bo dehan girtiyên kurd derxist
Rejîma Îranê kincê kurdî qedexe kirin
Li gorî çavkaniyên herêmî û navxweyê Îranê, dezgehên ewlehî û dadgeha Îranê girtiyên kurd bi bikar anîna madeyên hişber tohmetbar kirine, lê belê jibilî dezgehên ewlehî û dadgeha Îranê nebin tu kes û aliyekê ew tohmet piştrast nekirine
Li gor nûçeyên ajansên navxwe yên Îranê jî 4 kes ji wan girtiyên kurd ku biryara îdamkirinê ji wan re derketiye, temenê wan li xwar 18 saliyê ye
Hat gotin, ku 69 kes ji girtiyên kurd bi tohmeta kuştinê û 37 kes bi tohmeta madeyên hişber û kesek jî bi tohmeta hilgirtin û wergirtina madeyên hişber cezayê lidarvekirinê bo wan hatiye birîn
Li Munîhê rejîma Îranê hat şermezarkirin
Herwiha hat zanîn, ku 3 kes ji girtiyên kurd jî bi encamdana çalakiyên siyasî hatine tohmetbarkirin û jibilî vê yekê ew bi vê yekê jî hatine tohmetbarkirin, ku şer li dijî xwedê kirine
Îran bi awayeke berdewam û bi tohmetên cuda cuda girtiyên siyasî yên kurd, çalakên kurd îdam dike
Li gor daneyên fermî yên Neteweyên Yekbûyî û herwiha rêxistinên çavdêriya mafên mirovan, Îran piştî Çînê duyem welat e ku zêdetirîn kes di salekê de tê de tên îdamkirin
Mamosteyê olî: Êrîşa li ser şehîdgehan terore
ROJnews
Mamosteyê olî derbarê hilweşandina şehîdgehan ji aliyê artêş Tirk ve ragihand ku li Bakûrê Kurdistanê terora li hember mirovahiyê ye ku ji her cure nirxên mirovî û olî dûre
Endamê rêveberiya Yekîtiya Zanayên ola îslamê li Herêma Kurdistanê Mela Eta Pencewînî derbarê êrîşên li ser şehîdgehên li Bakûrê Kurdistanê bi RojNewsê re axivî. Mela Eta diyar kir ku kurd di dîrokê de bi gelek dijminan re rû bi rû maye û wiha got: “Ger bê bîra me rejîma Baasî ya Iraqê çi anî serê xelkê Başûrê Kurdistanê. Çi bi xelk, ax û vî welatî kir
Mela Eta Pencewînî bal kişande ser êrîşên li ser şehîdgehan li Bakûrê Kurdistanê û got: “Ev êrîş terora li hember mirovahiyê ye ku ji hemû nirxên mirovî û olî dûre. Ji ber ku di dîroka pîroz a ola îslamê de tiştek bi vî rengî nehatiye kirin. Ne şehîdgeh û ne jî perestgeh nehatine wêran kirin
Mamosteyê olî Pencewînî destnîşan kir ku tişta dewleta Tirk dike qirkirin û tinekirine û wiha berdewam kir: “Ez hêvî dikim ku civakên navnetewî dengê xwe bilind bikin. Gelê kurd jî li her devera ku jiyan dikin dengê xwe yê nerazîbûnê li hemberî vê tawanê bilind bikin. Ji ber dewleta Tirk hem dijminê olane û hemû jî dijminê mirovayetî û kurdbûnê ye. Xwedê ez wek kurd afirandime û kes jî nikare ji min bistîne
Rûsya pilaneke nû li dijî DAIŞ eşkere kir
PUKmedia
Di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ`ê de Rûsya dora 95 hezar leşkerên xwe amade kiriye û niha di asta perwerdeyê de ne
Ajansên nûçeyan ên Rûsî diyar kirin ku Moskow hêvî dike operasyonên hewayî û bejahî ve li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê encam bide, ji ber wê 95 hezar leşker amade kiriye. Her wiha 170 balafirên şer û 700 wesayîtên zirxî jî ji bo wa operasyonê xistiye asta amadebaşiyê
Moskow her wiha diyar dike ku ji bo ewlehiya welatê Sûriyê pêwîst e her welatek alîkariyê bike belkî bibe cihekî aram û şer lê raweste
ROJNAME
John Kirby:YPG’ê ne terorîst e
XENDAN
Washington – Berdevkê Wezareta Derve ya Emrîka John Kirby di civînek ya çapemeniyê kû li paytext Washingtonê dayî de li ser pirsa “Dewleta Turk YPG’ê weke terorîst dibîne, Emrîka jî piştgiriyê dide YPG’ê, ew di navbera van de ewqas ferq heyî hûn çawa hevkariya xwe ya bi Turkiyê re birêve dibin?
Kirby got: Em YPG’ê weke rêxistinek terorê nabînin, wan li Sûriyê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê biserkeftî selimand, ev kom serkeftîne, dikarin serbikevin jî, dê hevkariya me berdewam bike
Diyar kir ku ew fikarên hikumeta Turk ya li hember YPG’ê fêm dikin, her wiha hevdîtinên wan yên bi Turkiye re jî didomin û got: Ew piştgiriya Turkiye ya daye koalîsyonê jî texdîr dikin
Kirby weke din jî da diyarkirin, dibe ku di hemû mijaran de ew wekî hev nefikirin û got: Têkoşîn li kuderê, çi demê û çawa têxwestin, herwiha çi ji destê we tê hûnê wê bikin, em jî vê têkoşînê wiha birêve dibin
Li ser mijara mudaxeleya Rûsya ya li Sûriyê jî Kirby anî ziman ku, ew ji vê helwesta Rûsyayê gelek bifikarin
Polîsên Tirk bi bomban êrişî Farqînê dikin
XENDAN
Li navçeya Farqîn a Amedê gel li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe didin û nahêlin polîs têkevin taxên wan, polîs jî bomban davêjin hundirê taxan
Şevê din, polîs bi wesayîtên zirxî hewl da têkevin taxên Tekel û Konakê û bi berxwedan gel re rû bi rû man. Welatiyên taxa Mescîtê bi parastina cewherî nehiştin polîsê tîmên taybet ên hewl dan seat di 01.00’an de li ser rêya Lîseyê têkevin taxê
Li taxê heta serê sibê dengê teqîn û çekan bilind bû. Ji ber bombe û guleyên polîsan gelek mal û kargeh zirar dîtin
6 DAIŞ`î li Şengal`ê hatine kuştin
XENDAN
Şengal – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengal`ê (YBŞ’ê) derbarê çalakiya li Şengalê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku, roja 21’ê Îlonê demjimêr 15.00’an 3 çekdarên xwestine hêrîşî girê Şehîd Erdal bikin lê ew hêrîş hatiye ferqkirin, û bi çekên ferdî ku çete hedef hatin girtin ku çekdarek hatiye kuştin û 2 çekdar jî reviyane
Roja 21’ê Îlon`ê demjimêr 15.00’an li hember çekdarên li derdora Taxa Sittî çalakiyeke sûîqestê pêk hatiye ku têde çeteyek hatiye kuştin
Roja 21’ê Îlon`ê demjimêr 22.00’an balafirên Hevpeymanan li ser rêya Şengal-Telafer xaleke çekdaran bomberdûman kirine ku di encam de 4 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin û Di nav wan çekdarên hatine kuştin de serçeteyê bi navê Ebû Seyîd jî heye
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
NRLS
23-9-2015