HevpeyvînNûçePYD

Zuhad Kobanê: “PDK jî gihişte wê baweriyê du hêz li Rojava nabe”

 

Di 6. Kongreya PYD’ê de çend biryarên girîng hatin girtin ku yek ji wan jî derketina PYD’ê ji sînorek tenê yê coxrafîk, belavkirin û zêdekirina xebatên rêxistinî li her deverê ye.

 

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zuhad Kobanê derbarê giringiya kongreye de ji RojNewsê re axivî û behsa çend biryarên girîng ên kongreyê kir. Herwiha got ku li Rojava hêza YPG’ê heye û hebûna hêzek din jî nayê qebûlkirin.

 

Guhertina rêziknameyê’

Zuhad Kobanê derbarê guhertinên di rêziknameya PYD’ê de de diyar kir ku berê 25 kes di rêveberiya PYD’ê de cih digirtin, lê niha derveyî hevserok 37 kes in. Kobanê destnîşan kir ku di kongereyê de guhertin di rêzikname û bernameya partiyê de çêkirine û wiha got: “Ne şerte kesek ji bo du caran serok yan endamê meclîsê be, divê vekirî be û her kesê projeya wî/wê hebe dikare carek din xwe hilbijêre.”

 

Nûnertiya meclîsê li hemû kantonan

Li ser rêjeya dabeşbûna endaman bi ser rêxistinan jî Zuhad Kobanê wiha axivî: “Me di kongreyê de asta xebat û rêjeya niştecihên Kantonan û xelkê me yê li Ewrûpa ber çav girt. Kantona Efrînê ku Helebê jî di nav xwe de digire, 6 endamên meclîsa partiyê heye. Kobanê 5 endam, Kantona Cizîrê 20 endam, Ewrûpa 5 endam û ji bo Başûrê Kurdistanê jî endamek hat hilbijartin. Bi giştî 37 endam ku kotaya sedî 40 jî ji bo jin û mêr heye û ji sedî 20 din jî bi dengdanê dibe.”

 

‘PYD tenê bi sînorê Rojava re bi sînor namîne’

Derbarê hebûna netewên din di nav meclîsê de jî Kobanê diyar kir ku niha di meclîsa PYD’ê de tenê kurd hene, netewên din ên Rojava di rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantonan de hene. Zuhad Kobanê bal kişand ser wê yekê jî ku di kongreyê de biryar hatiye girtin xebat ji bo pêkhateyên din ên li Rojava û Sûriyê berfireh bibin. Kobanê wiha berdewam kir: “PYD tenê bi coxrafyaya Sûriyê re bi sînor namîne. Emê di pêşerojê de buroyên xwe li bajarên din ên Sûriyê jî vekin. Ji bo wê jî pêwîste hinek made û şert werin guhertin. Ji ber projeya me ya rêveberiya demokratîk yekane rêya çareseriya pirsgirêka Sûriyê ye. Niha zemînê wê çêbûye, ji ber ku modela me pêş xistiye ji aliyê derdorên din ve tê qebûlkirin.”

 

‘Kongreya me ya vê carê wek civînek neteweyî bû’

Li ser peywendiyên di navbera PYD’ê bi partiyên din ên li Rojava û tevahiya Kurdistanê jî endamê meclîsa PYD’ê got ku me biryar daye bi hemû partiyên li Rojava re li ser bingehê neteweyî diyalogan pêş bixin. Zuhad Kobanê li ser vê mijarê ragihand: “Jixwe kongreya me ya vê carê wek civînek neteweyî bû. Hemû beşên Kurdistanê beşdar bûn. Emê peywendiyên xwe bi hikûmet û partiyên Başûr re zêde bikin. Ji ber ku yekîtî di berjewendiyê gelê kurd de ye. Divê em pêşiya nakokiyên ku dijminê gelê me dixe nav me bigrin.”

 

‘PDK jî gihişte wê baweriyê du hêz li Rojava nabe’

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Zuhad Kobanê behsa hebûna hêzek din li Rojava kir û wiha dawî li axaftinên xwe anîyan: “Mijara hebûna du hêzan yan jî hebûna pêşmerge li Rojavayê Kurdistanê mijarek ne gengaze û nayê qebûlkirin. Ezmûna Başûr nîşanî me da ku hebûna çend hêzan çiqasî ziyana xwe heye. Yê ku herî zêde li ser hebûna du hêzan israr dike, PDK bû, lê niha pîrozbahiya YPG’ê kir. Birêz Barzanî jî ji bo serkeftinên YPG’ê sipasî xwest û serbilindahiya xwe ji bo vê serkeftinê nîşan da. Êdî ew jî gihiştine wê baweriyê ku nabe du hêz hebe, ji ber ku ziyana wê heye.”

 

J: R.News (ge/rn)

J. M

Back to top button