ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Sîpan Hemo: Rûsiya peyman têk birin û bi me re xayîn ket

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got, Recep Teyyip Erdogan dixwaze şoreşa gelê Sûriyeyê li gorî armancên xwe yên dagirkeriyê tesfiye bike. Hemo destnîşan kir ku Artêşa Azad nemaye, lê belê çeteyên ku berjewendiyên Erdogan pêk tînin, hene.

Fermandarê Giştî yê YPG‘ê Sîpan Hemo di hevdîtineke xwe de li gel Ajansa Nûçeyan a Hawar îdîayên Tirkiyê ku dibêjin artêşa wan baregehên leşkerî hedef girtin derewand û got ku Tirkiyê sivîlan hedef digire, ji ber ku her Kurdekî wekî leşkerekî dibîne û divê jê xelas bibe. Hemo tekez kir ku ew li kêleka gelê xwe ne û xeta berxwedanê pejirandine û dê bi serkevin.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Tirkiyê ji destpêka êrîşên xwe yên li ser Efrînê ve got ku ew ê Yekîneyên Parastina Gel têk bibe, lê paşê axaftina xwe kişand û got ku ew ê tenê dirêjehiya 30 km pêş de biçin. Her wiha got ku eger yekîneyên parastinê ji Efrîn vekişin ew ê êrîşên xwe rawestîne. Hûn daxuyaniyên rayedarên Tirk ên vê mijarê çawa dixwînin?

Piştî ku hemû hewldanên Tirkiyê yên pêkanîna armancên wê di Sûriyeyê têk çûn, di havîna 2016‘an de dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir û ji Cerablusê dest pê kir. Berxwedana Efrînê hemû pîlanên wê yên di herêmê de têk dibir, niha em dibînin Erdogan eşkere eşkere dibêje ku ew ê 30 km êrîş bike. Armancên wî jî diyar e ku herêmên Kurdan dagir bike û destkeftiyên wan têk bibe.

Erdogan dixwaze herêmên di bin serweriya xwe de berfireh bike û bixe destê Îxwan El-Muslimîn, her wiha hewl dide ku giraniyeke wî di aloziya Sûriyeyê de hebe, nexasim piştî ku heybeta xwe winda kir, hewl dide bi riya dagirkirina herêmên Kurdan wê heybetê vegerîne.

Îro jî bi navê parastina ewlehiya sînor dixwaze Efrîn dagir bike û bi herêma Babê ya dagirkirî û Idlibê ve girêbide.

*Tirkiyê Yekîneyên Parastina Gel tawanbar kir ku bi 4 fûzên Grad bajarê Kilîsê û nexweşxaneyeke li Ezazê topbaran kiriye, hûn çawa bersiva vê yekê didin?

Yekîneyên me ne bajarê Kilîsê û ne jî bajarên din ên li ser sînor hedef kiriye, gotegotinên di çapemeniyên Tirkan de têne belavkirine ew ê ku rawabûnekê bide êrîşên xwe. Wekî din jî hêzên me nexweşxaneyên li Ezazê topbaran nekiriye. Dibe ku Tirkiyê nexweşxane hedef kiribe ji ber asta ziyanên ku gihaştine nexweşxaneyê pir mezin bû, dibe ku ev êrîş bi balafir an jî fûzan pêk hatibe.

Me hemûyan dît çawa Tirkiyê beriya Cerablusê dagir bike digot ku Kilîs tê topbarankirin. Bi vê rêbazê dixwaze rawabûnekê bide dagirkiriya xwe. Hemû îdîayên wê ji rastiyê dûr in, berovajî wê, Tirkiyê ji beriya çend salan ve êrîşî me dike û destekê dide komên terorîst da ku li dijî êrîşan pêk bînin.

* Tirkiyê îdîa dike ku artêşa wan baregehên leşkerî bomebebaran dike, ev daxuyanî heta kîjan radeyê rast e?

Her tiştên ku di çapemeniya Erdogan de têne gotin derew in û rastiya wan qet nîne. Ew çi dixwazin dibêjin. Beriya hemleyê li dijiî Efrînê bi du mehan ve çapemeniya Tirk zemîn jê re çêdikir. Êrîşên niha li ser Efrînê êrîş li dijî gel e û gel ziyanên wê dibîne.

Em ji van daxuyaniyên Erdogan ku dibêje artêşa wan baregehên leşkerî hedef kirine û kuştî leşker in fam dikin ku ew her Kurdeke leşker dibîne û divê şerî wî bike. Ji ber vê yekê dibêje ku hemû qûrbaniyên topbaranê leşker in. Êrîşên Erdogan li dijî gund û bajaran pêk hat û sivîl hatin hedefkirin.

*Hejmarek komên bi navê “Artêşa Azad” li gel artêşa dagirker şer dikin. Hûn têkiliyên di navbera van koman û Tirkiyê de çawa dibînin?

Em dixwazin ji gelê Sûriyeyê re bêjin ku, Erdogan şoreşa gelê Sûriyeyê tesfiye dike û gel ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Binêrin îro artêşa azad ji bilî Kurd tiştekî din li pêşiya xwe nabîne. Kanî armancên wê yên rizgarkirina gelê Sûriyeyê?

Niha hemû komên çekdar ên bi navê Sûriyeyê, berjewendiyên Tirkiyê pêk tînin û şoreşa Sûriyeyê di mazatê de firotin. Êdî têkiliyên van koman bi Sûriyeyê û rizgarkirina gelê wê nemaye. Ev komanan çete ne û Tirkiyê ew bi pereyan kirîne.

*Di serî de Rûsiya ku leşkerên wê li kantona Efrînê hebûn, helwestên hêzên cîhanê derbarê van êrîşan de çi ne?

Dewleta Tirk a faşîzim li hemberî Kurdan şerê qirkirinê ragihandiye. Hemû cîhan ji van êrîşan berpirsyar in, divê bêdeng nemîne.

Girêdayî Rûsiya; Hin mijar hene divê em ji gelê xwe û tevahî cîhanê re eşkere bikin. Rûsiya bi siyasetên xwe û piştgiriya wê ya bi Tirkiyê re, êdî bi Tirkiyê re bûye yek û di yek çeperî de li dijî me şer dikin. Rûsiya ji beriya du salan ve li Efrîn bû û îdîa dikir ku ew ê hewl bibe bi alîkariya Kurdan hin pirsgirêkan çareser bikin û digot jî bêyî Kurd çareserî ne pêkane ye.

Hin peymanên me bi Rûsiya re hebûn, lê di şev û rojekê de Rûsiya ev peymanan têk birin û bi me re xayîn ket, lê ji ber ku wê digot ku bêyî Kurdan çareseriya siyasî pêk nayê û digot jî ku ew ew ê mafê Kurdan misoger bike, lê ev guhertin derewên Rûsiya eşkere dike. Rûsiya dewletekî bazirganî ye. Diyar e ku li ser mijaran bi Tirkiyê re peymanan çêkirine. Helwesta Rûsiya isbat dike ku bê rêgez e.

Bi têkoşîna gelê me û şervanên YPG û YPJ‘ê dê dîrokeke nû û pêşerojeke nû were nivîsandin. Wê rojeke were û Rûsiya li ser vê nêzîkatiya xwe lêborîna xwe bixwaze.

*We biryara berxwedanê daye. Hûn vê hêzê ji kur digirin?

Helwesta me diyar e, em ê li hember êrîşên Tirkiyê li ber xwe bidin. Em li kêleka gelê xwe ne, ev ne berxwedaniya me ya yekemîn û ne jî ya dawî ye. Me ji Kobanê dest pê kir û em berxwedana xwe dewam bikin. Em moralê xwe ji gel û şervanên xwe digirin û em ê biser bikevin, ji ber ku em parastina rawa pêk tînin.

Back to top button