DaxuyanîManşêtXizmet

Daxuyanî ji Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê

EFRÎN – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê seferberî ragihand û bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin qadên berxwedanê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê li hember êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê daxuyaniyek da û seferberî ragihand.

Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Xweser bi beşdariya bi dehan endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, komîn, Kongreya Star û TEV-DEM′ê hat dayîn. Beşdaran çekên xwe hilgirtin û alên YPG/YPJ′ê hildan.

Daxuyanî wiha ye:

″Serkeftinên YPG/YPJ/QSD′ê yên li Rojava-Bakurê Sûriyê ne bi dilê dewleta Tirk in. Ji ber dewleta Tirk a dagirker herêma Efrînê bi balafiran bombebaran dike.

Partiyên faşîst AKP-MHP siyaseteke diminane li dijî hebûna gelê Kur didin meşandin.

Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, em ê berxwedana li hember hovîtiya dewleta Tirk bidomînin. Em ê bi hemû hêza piştgiriya berxwedana hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Banga me ji tevahî Kurdistaniyên hundir û derveyî welat û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî re heye ku piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin. Destwerdana li ser Efrînê destwerdana li ser axa Sûriyeyê û binpêkirina nirxên mirovahiyê ye.

Bêdengiya navneteweyî li hember van êrîşan nîşan dide ew jî şirîkên vê yekê ne. vekişandina hêzên Rûsya ji Efrînê di encama hevpeymana di navbera Rûsya, Tirkiye û rêjîma Baas de pêk hat.

Li ser vî esasî em serferberiyê radigihînin û bang li ciwanan dikin ku beşdarî qadên berxwedanê bibin. Bila her kes bizanibe ku gelê Efrînê tu carî radest nabe û dê heta serkeftinê li ber xwe bide. Wê dawiya Erdogan li Efrînê be.

Bijî berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê, bijî biratiya gelan, şehîd namirin.″

Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker li hember bêdengiya navneteweyî Kantona Efrînê bombebaran dike. Di encama bombebaranê de hejmarek sivîl şehîd bûn û ziyan gihîşt malên welatiyan.

Back to top button