ÇalakîManşêtNûçe

Li seranserî Ewrûpa Kurd terora dewleta Tirk şermezar dikin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi tevlîbûna deh hezar Kurdistanî, Dostên Ewropî û demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropa dijîn bi çalakiyan protesto dikin.
Basel
Li bajarê Basel ê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê sedan Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Stasoyan Baslê kom bûn ve hate protestokirin.
Çalakiya protestoyê ya ku bi tevlîbûna PYD, HDK Basel, Navenda Civaka Kurd, li gel Partiya Besta ya Swîsre û gelek sazî û rêxistinan bi tundî êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyan de dirûşma “Dewleta Tirk ji Efrînê derkeve”, “Qatilê zarokan Erdogan bombe dike, cîhan temaşe dike.” hatin qîrkirin.
Strasboûrg
Li bjarê Strasboûrg ê Fransayê li Qada Kleber bi kombûna sedan Kurd, Tirkiyeyî û Fransiyan êrîşa artêşa Tirk hate protestokirin.
Di axaftinên çalakiyê de hate kirin daxwaz ji Fransa hate kirin kul i dijî êrîşa dewleta Tirk dengê xwe derbixe û bal kişand ku dewleta Tirk li gel DAIŞ’ê hevkar êrîş dikin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Bimre rejîm Erdogan” hate qîrkirin.”
Pîsa
Li bajarê Pîsa yê Îtalyayê jî bi armaca şermezarkirin û protestokirina êrîşên arêta Tirk a li ser Rojava û bi taybet Efrînê çalakiyek lidar xistin. Nêzî 200 kesên ji Kurdan û dostên wan pêk tên mîtîngek hate lidarxistin û bi dirûşman êrîş hatin lenetkirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bi Kobanê re DAIŞ, Bi Efîrnê re jî AKP/MHP wê têk biçin” hatin berzkirin. Heyetek ji Kurd û Îtaliyan pêk dihat dosyayek pêşkêşî Waltiya Pîsa yê kir. Heyetê bêdengiya Îtalya şemezar kir. Her wiha heyetê daxwaz kir ku rê nedin Erdoganê ku wê 5 Sibatê bê Îtalyayê.
Varşova
LI paytexta Polonyayê Varşova yê jî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk Polonyayî û Kurdistanî kombûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê protestokirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Rojava ji aliyê şervanên azadiya Kurd ve çeteyên hov ên DAIŞ’ê hate azadkirin. Niha herêmên ku dewleta Tirk êrîş dikin Kurd lê dijîn. Dewleta Tirk bi hevkariya komên Îslamî şer dike. Ev jî armanca operasyonê dide nîşandan. Em bi gelê Kurd re di nava piştgiriyê de ne. Em bang li gelê Tirk dikin ku dawî li vê operasayonê bîne û aramiya herêmê biparêze.”
Parîs
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê bi berdewam protesto dikin. Çalakiya li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Ciwan a Fransa û Ciwanên Azad-Parîs hate lidarxistin bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî”, “Bimre dîktator Erdogan” û dirûşmên “Kujer Erdogan hevkar Pûtîn” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin qîrkirin. Her wiha di tevahiya meşê de belavokên êrîşên hov ên dewleta Tirk tîne ziman jî hatin belavkirin.
Li Qada Repûblîqûe meş vegeriya mîtîngê. Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan û li ser navê Ciwanên Azad-Parîs jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hata diyarkirin ku wê gelê Kurd bi hêza xwe li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Hate destnîşankirin ku weke Kurdên li Ewropayê her roj li qadan bin û wê dewleta qetlîaman dike jî tehşîr bike.
Leîpzîng
Li bajarê Leîbzîng ê Elmanyayê bi mîtîngekê êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a i ser Efrînê bi tundî hate şermezarkirin û di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Terorîst Tirkiye” hate qîrkirin.
Lavrîon

Li bajrê Lavrîon ê Yûnanîstanê bi armaca protestokirina êrîşên li ser Efrînê meşek û daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn.
Bi sedan kesên di saetên şevê de li Kampa Lavrîonê kom bûn, êrîşên li ser Efrînê protestokirin. Girseya li vir dest bi meşê kirin alên YPG’ê, YPJ’ê û PKK’ê bilind kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Piştî çalakiyê ji bo çalakiay ku wê li Atînayê bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî hate kirin.
Den Haag
Li bajarê Dan Haag ê Hollandayê jî ciwanên Kurd êrîşa dewleta Faşîst a li ser Efrînê daketin kolanan. Ciwan li taxên ku piranî Tirk lê dijîn meşiyan û alên PKK’ê û YPJ/YPJ’ê û posterên Ocalan hildan.
Ciwanan di tevahî meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Her der Efrîn, her der berxwedan” qîr kirin.
Marsîlya
Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de li bajarê Fransa Marsîlyayê çalakiya kon a şev û roj hate lidarxistin.
Bi çalakiya berxwedanê ya li Qada Vîeûx Portê hate lidarxistin, piştgirî didin berxwedana Efrînê. Li qadê pankarteke mezin a bi nivîsa “Wê Efrîn li ber xwe bide û bi ser bikeve” hate vekirin.
Stattgart
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, komên çep ên Elman, derdorên li diî projeya Stattgart 21’ê li gel demokratên şoreşger ên Tirkiyeyî tevlî çalakiya bi dirûşma ‘Tolhildan’ hate lidarxistin, bûn.
Girseya gel a êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê li Stattgart Kronenplatzê kom bûn û protestokirin, dirûşmên “ Terorîst Erdogan, Terorîst Tirkiye”, “Tolihldan”, “Bijî YPG” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di axaftinên li ser navê NAV-DEM’ê hate kirin de diyar kirin ku Kurdan li tevahî cîhanê li dijî DAIŞ’ê berxwedanekî mezin dan ku koalîsyona navneteweyî hate avakirin. Nexasim DAIŞ bi destê Tirkiye hem ji bo herêmê û hem jî ji bo tevahî cîhanê bû gefeke mezin.
Mîlano
Komîteya Kurd û dostên wan li bajarê Mîlano yê Îtalyayê êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyekê protestokirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Kujer Erdogan, destê xwe ji Efrînê bikişîne” , “Bijî berxwedana Efrînê”, “Duh DAIŞ, îro Tirk” û” Terorîst Tirkiye” hatin qîrkirin.
Ûlm
Bi sedan kes li bajarê Ûlm ê dikeve baûrê Elmanyayê ji bo Efîrînê di nava çalakiyan de bûn. Di çalakiyê de li gel AGÎF, SKB, Partîzan, NAV-DEM, ADHF, HDK-E, SYKP ku ji yekbûya Platforma Êdî Bese pêk tê MLKP, MLPD û DÎDF tevlî çalakiyê bûn.
Nêzî 400 kesên ku tevl daxuyaniya çepemeniyê bûn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protestokirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiya ku wê 27’ê Çileyê roja Şemiyê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.
Trondheîm
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser bajrê Efrîn û Rojavayê Kurdistanê li bajarê Trondheîm ê Norveçê bi tevlîbûna sedan kesî hate protestokirin. Di çalakiyê de gelê ji çar parçeyên Kurdisanê û dostên Kurdan ên Norveçî tevlî bûn.
Ji bo gelê Noveçî bên agahdarkirin belavok hatin belavkirin û dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Efrîn ne bi tenê ye” û “BIjî Berxwedana Efrînê” hate qîrkirin. Di çalakiya veguherî mîtîngê de li ser navê Partiya Sor a Nove û Partiya Keskan daxuyaniyên piştgiriya bi Kurdan re hate dayîn.
Bordeaûx
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Kurdistanî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn û êrîşa artêşa Tirk bi dirûşman piştgiriya bi Efrînê re protestokirin.
Di çalakiya li gel hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PYD, YPG/YPJ’ê hatin hildan de dirûşmên “Terorîst Tirkiye”,” Kujer Erdogan” û” Efrîn wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin qîrkirin. Çalakî bi agahdarkirinê û dirûşman ve bi dawî bû.
Montreal
Li Kanadayê ji bo piştgiriya bi gelê Efrînê re li bajarê Montreal bi sekan Kurd û kesên ji saziyên xwecihî, li dijî êrîşa artêşa Tirk a li ser Efrînê bi hêrs daketin qadan. Meşa ku ji navenda bajêr destpêkirî heta pêşiya Sefaretxaneya Rûsya dewma kir.
Li vir êrîşên dewleta Tirk a faşîst hete lenetkirin.
Nantes
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi armaca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi meşek hate lidarxistin. Meşa Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partîzan û rêxitinên din ên Fransî piştgirî kir de ji Place Commerce destpê kir heta avahiya walîtiyê dewam kir.
Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk û Erdogan dirûşim hate qîrkirin û piştgiriya YPG’ê û YPJ’ê hate kirin.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde heyete bi Walîtiya Herêmê re civiya.
Çalakî bi Sirûda Çerxa Şoreşê û dirûşman ve bi dawî bû.
Roma
Li paytext Roma ya Îtalyayê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê ji bo Efrînê çalakiyek hate kirin. Di meşa bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bû de tevî ku gefa êrîşkirina polîsan jî hebû girseyê gav bi şûnde neavêtin û çalakiya xwe domandin.
Girseya gel nêzî cihê sefaretxaneyê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û girseyê çelenga reş danî pêşiya sefaretxaneyê.
Li vir girseyê dirûşim qîr kirin û belavok xwend. Di belavoka hate xwendin de hate diyarkirin ku Rûsya xiyanet li Kurdan kir û li gel dewleta Tirk a faşîst cih girtiye. Piştre jî girseyê bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.
Kîve-Emmerîceh
Li bajarê Kleve û Emmerîch ên Elmanyayê NCKD û Meclîsa Gel A Kleve bi tevlîbûna nêzî 1000 Kurdisaniyan li dijî êrîşên li ser Efrînê li Herzogstrasse Kleve yê meş û mîtîngek lidar xistin.
Di çalakiyê de li gel hildana posterên Ocalan alên YPG û YPJ’ê jî hatin bilindkirin. Dîsa dirûşmên “Kujer Erdogan, destê xwe ji Efrînê bikişîne” hate qîrkirin. Di çalakiyê de li ser navê NCKD Emmerîce hevserok Hanîfe Kozik û Nîhat Polat, Serokê Meclîsa NAV-YEK’ê Merwan Szek û siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn jî axivîn.
Çalakî bi dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “DAIŞ û Erdogan yek in” bi dawî bû.
Amsterdam
Li paytexta Hollanda Amsterdamê li Balafirgeha Navneteweyî ya Schîpholê bi tevlîbûna Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ve çalakiyeke dagirkirinê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “AKP, MHP li Efrînê qetlîam dikin”, “BIjî yekîtiya gelê Kurd” û “Bijî berxwedana Efrînê” hate qîrkirin. Çalakî bi qasî 30 deqeyan dom kir. Li ser hewldanên komên provakator ciwanên Kurd bersivên tund dan.
Berlîn
Kurdisanî û dostên wan duh li paytext Berlîn a Elmanyayê li pêşiya Komîseriya Koçberên Neteweyên Yekbûy mîtîngek lidar xistin.
Mîtînga ku ji aliyê rêxitina NAV-DEM’ê organze kir, Meclîsa Jinan a DESTAN, PYD Berlîn, HDK-Berlîn, Mala Cemê ya Berlîn û saziyên mîna Cemiyeta Dersimê piştgirî kirin.
Di mîtîngê de li ser navê gelek saziyan axaftin ahtin kirin û piştî axaftina çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” ve bi dawî bû.
Dortmûnd
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi hezaran Kurdên li pêşiya Stasyona Trenê ya Navenda bajêr kom bûn bi diûşmên qîr kirin re êrîşên li ser Efrînê protestokirin.
Kurdên li derdorî bajarê Dortmûndê dijîn ev 3 roj in bi çalakiyan êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar dikin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê hate şermezarkirin û bang li neteweyên yekbûyî hate kirin ku li dijî van êrîşan derbikevin.
Salzgîtter
Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê bi tevlîbûna 150 kesan li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûtiya dewleta Elman hate şemezarkirin.
Koblenz
Nêzî hezar kesên li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajarê Kblenz a Elmanyayê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Rojava protestokirin.
Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku armancên êrîşan destkeftiyên gelê Kurd e. Hate diyarkirin ku tevî hemû êrîşan wê gelê Rojava bi ser bikeve.
Frankfûrt
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li yek ji balafirgehên herî mezin ên Ewropayê çalakiyeke korsanî hate kirin. Di çalakiya dirûşim hate qîrkirin de, têkildarî êrîşên dagirker ên Tirk agahdarkirin pêk hat.
Her wiha li stasyoan treê ya Frnakfûrtê jî çalakiyek hate kirin. Her du çalakî heta saet ji 18:00 heta 19:00’an dewam kir.

Back to top button