ManşêtNûçe

Tirkiya jiyana mîlyonan ji gelên Sûriyê û Îraqê tehdîd dike

Endamê desteya hevserokatiya hevbeş yê Partiya Yetîtiya Demokratîk PYD Aldar Xelîl tekez kir ku siyasetên Tirkiyê, dûrpêçkirina avê, û tehdîdkirirna jiyana mîlyonan ji gelê Sûrî û Îraqî tenê encama temamkirina siyaseta dijminatiya wê yên li herêmê ye, ev di tiwîterekê de li ser malpera wî ya medyaya civakî de diyar kir.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ev tedbîr ewe ku her tişt control bike û bi karanîna rewşên mirovî ji bo berjewendiya destkeftiyên siyasî.

Her wiha bal kişand ser pêwîstiya saziyên navdewletî, hiqûqî, û mirovahî li cîhanê ku helwestên cidî bigirin ji bo li hember van kiryaran bisekinin.

Li herêmên Sûrî bi giştî û li Bakur û Rojhilatê bi taybet elktrîk tê rawistandin di demên dirêj de li ser bajar bi giştî di nava qutbûna avê de jî, yê ku pirsgirêkên cidî di navbera welatiyan çêdike.

Sedema qutbûna elektrîkê tê encama qutkirina ava Firatê û destsekirina li ser para Sûrî û Îraqê ji ava herêmê û dûrpêçkirina wê di benavên ku nû hatine avakirin ji bo çêkirina enerjiya elektrîkê li Tirkiyê, di binpêkirina peymanên navdewletî di derbarê ava herêmî.

Back to top button